Şandeyeke Belçîkayê piştgiriya xwe ji bo Rêveberiya Xweser ragihand

Şandeya Belçîkayê teqez kir ku ew ê di aliyê mirovî de destekê bidin Rêveberiya Xweser û piştgiriya beşdariya wê ya di çareseriya aloziya Sûriyê de. Şandeyê diyar kir ku ew qurbaniyên mezin ku ji aliyê gelê herêmê ve hatine dayîn pir bi nirx dibînin.

Îro şandeyeke dîplomatik a payebilind ji Wezareta Karên Derve ya Belçîkayê serdana Navenda Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarokê Eyn Îsayê kir.

Şande ji aliyê hevserokên navendê ve hat pêşwazîkirin. Paşê di navbera her du aliyan de zêdetirî 2 saetan civînek hate lidarxistin.

Di civînê de rewşa mirovî û destekdayîna ku ji aliyê Belçîkayê ve ji herêmên Rêveberiya Xweser bi rêya Neteweyên Yekbûyî (NY) re tê şandin, hat nîqaşkirin.

Dîplomatan di civînê de tekez kir ku ew ê piştî civînê yekser destekê bidin Rêveberiya Xweser û dê di zûtirîn demê de be.

Her wiha di civînê de behsa girîngiya avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina esîrên DAIŞ`ê yên li gel QSD`ê hat kirin. Şandeyê jî di vê derbarê de wiha got: "Ev xaleke girîng û erênî ye. Em ê nameya we bigihînin hikumeta Belçîkayê da ku avakirina vê dadgehê nîqaş bikin."

Şandeyê anî ziman ku divê hikumeta Belçîkayê piştgiriya giştî ji bo beşdarbûna Rêveberiya Xweser di xebata siyasî û çareseriya siyasî ya Sûriyê û nûnerên rêveberiyê beşdarî kongreya Cinêvê bibin de, bike.

Şandeyê destnîşan kir ku ew bi çareseriya siyasî ya ji bo aloziya Sûriyê re û biryara 2254`an re ne. Her wiha şandeyê diyar kir ku tu çareserî bêyî tevlêbûna nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet Kurd, tune ye.

Şandeyê got ew destekê didin avakirina dadgeheke navdewletî ji bo darizandina girtiyên DAIŞ`ê li gorî qanûnên navdewletî û ew li ser beşedarbûna Rêveberiya Xweser di çêkirina çareseriyê ji aloziya Sûriyê re teqez dikin.

Nûnera Karên Derve ya Belçîkayê Sophie Karlshausen ji dezgehên çapemeniyê re wiha got:"Di destpêkê de em dixwazin bêjin ku em bi hebûna xwe li vê derê pir kêfxweşin. Em dixwazin spasiya rêveberên Rêveberiy Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser mîvanperweriya ku kirin, bikin.”

Sophie Karlshausen destnîşan kir ku ew bi berpirsên Navena Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re civiyan. Di vê der barê de Sophie wiha got:"Ez bi Dr. Abdullkerîm Umer û Emel Dada re civiyan. Ez gelekî kêfxweş bûm bi wê hevdîtinê. Me di hevdîtina xwe de gelek mijarên girîng nîqaş kirin û mijarên ku divê werin çareserkirin em ê berdewam bikin."

Sophie Karlshausen diyar kir ku Belçîka qurbaniyên ku hatin dayîn pir bi nirx dibîne, her wiha wateyê dide qurbaniyên ku QSD`ê ji bo rizgarkirina ji rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst, dan.

Sophie di berdewama axaftina xwe de wiha anî ziman:"Em pir zor û zehmetiyên ku rastî we hatine fêm dikin bi taybet di dema rewşa mirovî ya zehmet de. Di vê çarçoveyê de me gelek mijar nîqaş kirin bi taybet rewşa zarokan di pêşerojê de." 

 ‘Hikûmeta me biriyar da ku 6 zarokê ji Belçîkayê ji kampan vegerîna Belçîkayê‘

Nûnera Karên Derve ya Belçîkayê Sophie Karlshausen di dawiyê de got hikûmeta wê biriyar daye ku 6 zarokên ji Belçîkayê ku di kampan de ne vegerîne Belçîkayê û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ez dixwazim spasiya hemû kesên ku destek dan me û hiştin ku karê bi baş bimeşe, bikim."

 (bx)

ANHA


Mijarên Din