Şandeyeke Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana kampa Serêkaniyê kir

Bi armanca şopandina rewşa koçberan, şandeyeke Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana kampa Serêkaniyê kir û guhdarî daxwazên jinên koçber kir.

Îro li gel salvegera yekemîn a dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî ji hêla artêşa Tirk a dagirker ve, şandeyek Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana kampa Serêkaniyê ya li rojhilatê bajarê Hesekê kir da ku rewşa koçberan ji nêz ve nas bike û daxwazin wan guhdar bike.

Şande ji seroka Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidir, cîgira desteyê Rûken Mele Îbrahîm, hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer El-Abdullah, seroka Desteya Jinan a Herêma Cizîrê Zêneb Saroxa, berdevka Komîteya Jinan a Meclisa Kantona Hesekê Fatme Îbrahîm û endama Komîteya Jinan a Meclisa Kantona Hesekê Ebîr Osîb pêk hat.

Di serdanê de şandeyê bi rêveberiya kampa Serêkaniyê re civiya û behsa rewşa koçberan û zehmetiyên ku rastî wan tên, kir.

Piştre şande di nava kampê de geriya, serdana gelek malbatan kir û daxwazên wan guhdar kirin.

Têkildarî armancên serdanê, seroka Desteya Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidir ji ANHA`yê re axivî û destnîşan kir ku serdana wan li gel salvegera yekemîn a dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hat. Cîhan destnîşan kir ku piştgiriya tevahiya koçberan dikin.

Cîhan wiha domand: “Wek Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiya Xweser em soz didin koçberan ku li rex wan bisekinin. Em ê hewl bidin tevahiya axa dagirkirî ji dagirkeran rizgar bikin. Bi tunekirina dagirkeriyê re, aloziya Sûriyê çareser dibe. Ji me tê xwestin ku em mala hundirîn a Sûriyê komî ser hev bikin û diyaloga Sûrî-Sûrî bi pêş bixin.”

Di dawiyê de Cîhan Xidir bang li tevahiya hêzên demokratîk û opozîsyonê, çi li hundir an jî li derve û hikumeta Şamê kir ku li ser masaya diyalogê rûnin û aloziya Sûriyê bi dawî bikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din