Şandeyeke Ewropayê dê serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike

Di demên dawîn de gelek hevdîtinên dîplomatîk ên payebilind di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dewletên Ewropa û cîhanî de çêbûn. Tê payîn şandeyeke ewropî bi awayekî fermî di nava çend rojan de serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.

Piştî têkbirina çeteyên DAIŞ`ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rizgarkirina Baxozê ji çeteyên DAIŞ`ê di 21`ê Adara 2019`an de, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebatên dîplomasiyê ji bo xurtkirina têkiliyên di navbera wê û dewletên Ewropa û cîhanê de zêde kirin.

Çavkaniyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku di demên dawî de Rêveberiya Xweser xebatên dîplomasiyê li Ewropa û cîhanê zêde kirin da ku nûnertiya Rêveberiya Xweser di komîteyên destûra Sûriyê de bi sponseriya Neteweyên Yekbûyî û da ku Rêveberiya Xweser bikeve nava nîqaşên ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê.

Çavkanî desntîşan kir ku Rêveberiya Xweser bi rêya hevdîtinên dîplomatîk rastiya Rêveberiya Xweser digihîne wan aliyan.

Çavkanî diyar kir ku tê payîn di nava çend rojên pêş de şandeyeke ewropî serdana herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.

(bx)

ANHA


Mijarên Din