Şandeyeke Ewropayê gihişt Bakurê Sûriyê

Şandeyek parlamanter, lêkolîner ewropî û rojnamevan Thomas Seifert gihaştin Bakurê Sûriyê. Şande dê di nava du rojan de hevdîtinan bi nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bikin.

Şande ji endamê parlamantoya Ewropa û cîgirê Serokê Kutleya Sosyalîst a Demokratîk di Parlamantoya Ewropayê de Joseph Wind Holzer û alîkarê wê Rebecca Campbell û rojnamevanê rojnameya Weiner Zeitung Thomas Seifert pêk dihat gihişt Bakurê Sûriyê. Şande li Deriyê Sêmalkayê ji aliyê berpirsên Buroya Têkiliyên Giştî li Deriyê Sêmalkayê ve hat pêşwazîkirin.

Şande dê bi berpirsên Rêveberiya Xweser û aliyên siyasî yên li Rojava re hevdîtinan pêk bînin.

Endamê parlamantoya Ewropa û cîgirê Serokê Kutleya Sosyalîst a Demokratîk di Parlamantoya Ewropayê de Joseph Wind Holzer ji ajansa me ANHA‘yê re got: "Armanca me ya serdanê projeya demokratîk a Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji nêzî ve nas bikin û piştgiriyê bidin gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku terora DAIŞ‘ê ya ku ser tevahî mirovahiyê xeter bû, têk birin."

Holzer got: "Em spasiya hemû gelên herêmê, bi taybet gelê Kurd ku ji bo parastina mirovahiyê terora DAIŞ‘ê li herêmê têk birin dikin."

Holzer her wiha teqez kir ku ew ê rewşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê bişopînin û desteka siyasî bidin vê herêmê ku "ji bo paqijkirina herêmê û peydakirina jiyaneke ewle ji hemû gelên herêmê re keda dane û didin."

ANHA


Mijarên Din