Şandeyeke fransî serdana Kobanê kir

Şandeyek ji Fransayê ji bo şopandina rewşa herêmê serdana bajarê Kobanê kir.

Seroka Koordînasyona Giştî ya Kar û Barên Derve ya Parlamentoya Fransayê Maryal Dosernês û nûnerê Rêveberiya Xweser a Fransayê Xalid Îsa serdana bajarê Kobanê kir.

Maryal Dosernês bi armanca şopandina rewşa herêmê serdana kantona Kobanê kir. Her wiha şandeyê serdana Goristana Şehîd Dîcle jî kir.

Li goristanê şande ji aliyê malbatên şehîdan ve hate pêşwazîkirin. Li wê derê Dosernês wiha got: "Ez li hember vê goristanê û hemû malbatên şehîdan, her wiha li hember bi hezaran keç û xortên ku canê xwe feda kir ji bo azadiya axa xwe, bejna xwe ditewînim.”

Paşê şandeyê berê xwe da navenda Rêveberiya Herêma Firatê û bi Enwer Muslim û Mustefa Îto re civiya.

Di civînê de şandeyê destnîşan kir ku armanca wan ji serdanê ew e ku rewşa herêmê bişopînin, ji ber wê serdana bajarê Kobanê kirine.

Her wiha ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê jî şandeyê destnîşan kir ku cihê çeteyên DAIŞ lê hatine tunekirin, divê li wir jî werin darizandin.

Hevserokê Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Enwer Muslim jî got rewşa herêmê piştî têkbirina DAIŞ`ê pêwîstiya wan bi alîkariya di aliyê xizmetguzarî û perwerdeyê de heye.

Piştî wê şandeyê berê xwe da Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido.

Serdana şandeyê li bajarê Kobanê dê sibe bi dawî bibe.

(sn-de)

ANHA


Mijarên Din