Şandeyeke Siwêdî derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû

Îro di saetên sibê de şandeyeke payebilind bi rêya dergeha Sêmalka derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû.

Îro di saetên sibê de şandeyek ji Siwêdê bi rêya dergeha Sêmalka ya li ser sînorê Başûrê Kurdistanê, derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû. Şande ji nûnerê navnetewî yê Siwêdî ji dosya Sûriyê re Berwar Benyûz, berpirsê dosya Sûriyê di wezareta Karên Derve ya Siwêdê de Karyohan Wînbirx, berpirsê bernameya alîkariyê ya cîhanî (Sîda) Berdans û şêwermenda qanûnî Afîn Citîn, pêk tê.

Şande ji aliyê Cîgirê Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Fener Keît û Endama Desteya Rêveber a Daîreya Têkiliyên Derve Sena Deham ve hat pêşwazîkirin.

Tê payîn ku şande dê serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Qamişlo bike, her wiha dê bi Kongreya Star û partiyên siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bicive û li herêmê bigre.

(bx/kc)

ANHA


Mijarên Din