Şandeyên Rêveberiya Xweser û PYD`ê serdana birîndar û koçberan kir

2 şandeyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şandeyek ji PYD`ê serdana Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn li navçeya Til Temir a girêdayî kantona Hesekê û dibistanên koçberan kir û rewşa birîndar û şêniyan şopand.

Bi destpêkirina êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, QSD jî wek parastina rewa bersiva wan dide. Ji ber êrîşa dewleta Tirk, bi sedan sivîl birîndar bûn, her wiha zêdetirî 170 hezar kes koçber bûne, bi taybet li herêma Serêkaniyê.

Ji bo naskirina rewşa koçberan û birîndaran, îro şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şandeyek ji PYD`ê serdana Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a li navçeya Til Temir û dibistanên ku koçber lê dimînin, kir.

Şandeya Rêveberiya Xweser ji hevseroka Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û berpirsa Yekitiya Jinên Suryan a Sûriyê Sîham Cozêf Qeryo, cîgira têkiliyên derve di Rêveberiya Xweser de Ebîr Aliyê, hevseroka Buroya Kar û Barên Olan Ezîzê Xenafir, berpirsa Buroya Kar û Barên Koçberan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed, cîgira Desteya Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Roken Mele Ibrahîm, her wiha şandeyek ji PYD`ê ji hevserokatiyê Eyîşa Hiso û endamên meclisa giştî yê partiyê pêk hat.

Di hevdîtina di navbera şandeya Rêveberiya Xweser û gerînendetiya Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn de, şandeyê spasiya tîma tenduristiyê kir û îşaret bi rola tîmên tenduristiyê di veguhastina birîndarên sivîl ji xetên pêş li nexweşxaneyên meydanî li herêmê kir.

Berpirsê Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn got: "Ji erka me ya exlaqî û mirovî ye ku birîndarên sivîl ji hemû pêkhateyan bêyî cudahî derman bikin. Ji ber ku em li ser rêya biratiya gelan dimeşin."

Hevseroka Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sîham Qeryo ji ANHA`yê re axivî û destnîşan kir ku ew bi berxwedana QSD`ê ku êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê têk dibin û da xuyakirin ku QSD`ê mezintirîn rêxistina terorê DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bir.

Sîham Qeryo da zanîn ku dagirkeriya Tirkiyê bi rêya êrîşên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide çeteyên li herêmê bide vejandin. Sîham di dawiya axaftina xwe de bang li Meclisa Ewlehiyê, NY û YE’yê kir ku êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bide rawestandin.

Piştî serdana nexweşxaneyê bi dawî bû, şandeyê berê xwe da dibistanên ku koçber lê ne.

Tê payîn ku şandeya Rêveberiya Xweser serdana nexweşxaneya wetenî ya kantona Hesekê bike û rewşa birîndaran bişopîne.

(jo)

ANHA


Mijarên Din