Şanedeyek ji parlementoyên Fransayê gihîşt Rojava

Şandeyek ji parlementerên Fransayê di deriyê Sêmalkayê re gihişt Rojava.

QAMIŞLO

Şadeya parlamanterên Fransayê bi armanca ku tecrûbeya Rêveberiya Xweser a Rojava bişopîne îro di deriyê sînorê yê Sêmalkayê re yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de gihişt.

Şande ji Mattipole Banout, Trude Pascal û Daniel Obono pêk dihat ji aliyê Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Umer, rêveberê Deriyê Sêmalkayê Xebat Efrîn û Hevserokê Meclisa Navçeya Dêrikê Sahib Osman ve hate pêşwazîkirin.

Li gor rayedarên Rêveberiya Xweser armanca serdana parlementeran tecrûbeya Rêveberiya Xwser ji nêz ve nas bikin.

Di destpêkê de şandeyê serdana kampa Newroz a li bajarê Dêrikê kir dûvra dê biçe bajarê Qamişloyê.

(dh)

ANHA


Mijarên Din