Şaneya Aloziyê hewl dide pirsgirêka nan çareser bike

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber kêmbûna nan û nebaşbûna kalîteya wê azaran dikişînin. Bang li aliyên têkildarî dikin ku çareseriyekê bibînin ku rewşa wan li gel rewşa aborî ya dijwar di ber çavan re derbas bikin. Şaneya Aloziyê ya ku Rêveberiya Xweser ava kiriye, hewl dide vê pirsgirêkê çareser bike.

Bi pêkanîna Qanûna Qeyser re, nirxê lîreyê Sûriyê li beramberî pereyên biyanî pir dakete. Vê yekê bandoreke neyinî li rewşa welatiyan kir. Herêmên Rêveberiya Xweser jî mîna deverên din ên Sûriyê bi vê aloziyê bandor bûn. Ji wê demê ve herêm di aliyê peydakirina nan, kêmbûna wê û nebaşbûna kalîteya wê de zehmetiyan dikişînin. Her wiha buhayê nanê siyahî jî zêde bû.

Li gel nebaşbûna nan di firneyên giştî de, firneyên nanê siyahî bûn alternatîfa ku şênî bere xwe didinê. Rojane şênî bi rêzeke dirêj li pêşiya firneyan disekinin da ku nan bistînin.

Li ser vê mijarê ANHA’yê nêrînan şêniyan wergirtin ku behsa zehmetiyên xwe di peydakirin û nebaşbûna nan de kirin.

Şêniyê bi navê Ebdulhemîd Mihemed El-Mihemed ji bajarê Hemayê ye û li gundekî Qamişloyê dijî û diyar kir ku kalîteya nan ne baş e, her çar roj carekê tê belavkirin û got: "Em neçar dimînin ku nanê siyahî bikirin ku buhayê wê ji bo me giran e da ku pêwîstiya rojane ya malbata xwe bi cih bînin. Lê gelek malbat hene nikarin nan bikirin."

El-Mihemed bang li aliyên têkildar kir ku çareseriyeke guncaw bibînn ku rewşa şêniyan li ber çavan bigire.

Şêniya bi navê Sumeya Mihemed Salih ji bajarê Qamişloyê ye, diyar kir ku gelek malbat hene tûrek nan têra wan nake û destnîşan kir ku nirxê hemû pêwîstiyên sereke gelekî bilind bûye, heger rewş wisa berdewam bike wê karestek çêbe.

'EM BI SAETAN DISEKININ JI BO NAN BISTÎNIN'

Şêniyê bi navê Abdullah Nayif ji bajarê Qamişlo got: "Ji ber pirsgirêka peydakirina nan em gelek zehmetiyan dikişînin. Em bi saetên dirêj di dorê de disekinin ji bo nanekî bistînin. Firneya alî pêwîstiyên hemû şêniyan bi cih nayîne. Gelek caran em neçar dimînin nanê qalind ji tenûran bikirin, ku her nanek bi 200 lîreyên Sûriyê ye."

Nayif li ser vê pirsgirêkê pirsî: "Herêmên me jêdera sereke ya genim e, çima şêniyên herêmê bi vî awayî li pêşberî vê pirsgirêkê rû bi rû mane?"

Şêniyê bi navê Mîrzevan Ebdo ji Tirbespiyê ye nerazîbûn nîşanî bilindbûna nirxê nan û nepeydabûna wê anî ziman û bang li Rêveberiya Xweser kir ku çareseriyekê ji vê pirsgirêkê re bibîne.

Der barê sedemên buhabûn û nebeydabûna nan de xwediyê firneya Siyahî ya bajarê Qamişlo Ebdulrehîm Mehmûd got: "Meha çaran, xwediyên firneyên taybet bi aşên Rêveberiya Xweser re peyam îmze kirine da ku ard bi 11 hezar lîreyên Sûriyê bidin wan ku li sûdan bi 14 hezarî ye. Wê demê her tûrek nan ku 700 kîlogram e, bi 200 lîreyên Sûriyê bû."

Mehmûd diyar kir ku bi zêdebûna hejmara peymamanên xwediyên firneyan bi aşan re miqdarê ard kêm, bi taybet pipştî buhayê û sûkan bilind bû, êdî aşên girêdayê Rêveberiya Xweser nikare miqdarê pêwîst ji hemû firneyan peyda bike.

Li ser buhayê nan Mehmûd destnîşan kir ku beşa dawî ya ard ku ji Rêveberiya Xweser wergirtin 30'yê meha borî bû û ev tişt got: "Niha em ard ji sûkan dikirin. Her kîloyek genim 17 sent e. Ji ber wê em neçar in nirxê nan bilind bikin ji ber dolar jî hertim bilind dibe."

Mehmûd got li gorî nirxê madeyên sereke yên çêkirina nan li sûdan, nirxê tûreke nan baş e û got, nirxê madeyan tenê li cem ard nasekine ku her kîsek 50 kg bi 38 lîreyên Sûrî ye, lê belê her tişt bûye bi dolaran.

Desteya Aborî û Çandinî ya herêma Cizîrê ji ber bilindbûna lêçûna çêkirina nan siyahî, bi biryarekî nirxê her tûreke nanê siyahî (700 g) bi 500 lîreyan diyar kir.

Têkildarî krîza kêmbûna nan li bajarê Qamişlo, berpirsê firneya alî Abdulezîz Hisên ev tişt got: "Di dema dawî de pirsigêrk di firneyê de derketin, xetek a berhemê betal bû, piştî ev pirsgirêk hate çareserkirin, xebatên firneyê vegeriya mîna berê."

Li ser sedemên nebaşbûna kalîteya nan û nefirotina wê Hisên destnîşan kir ku sedema sereke ya nebaşbûna nan, nebaşbûna ard e, lê di demên dawî de kalîteya ard baş bû.

MEKANÎZMAYA BELAVKIRINÊ

Şênî nikarin nan rasterast ji firneyê bigirin. Li ser vê Ebdulezîz Hisên got: "Li gorî mekanîzmaya karê firneya alî ferz dike ku nan bi rêya wekîlên girêdayî komînan tenê bê belavkirin. Heke firne nan rasterast bifiroşe şêniyan ev yek dê tevliheviyekê di mekanîzmaya kar de çêke."

Hisên îşaret bi mekanîzmaya belavkirinê li gundan kir û got her du rojan bi rêya wekîlan nan li gundan tê belavkirin û wiha domand: "Ji ber zêdebûna hejmara şêniyan û xwesteka şêniyan a li ser nanê firneyan piştî bilindbûna buahyê nanê siyahî li herêmê Cizîrê hêza firneyan nema ku pêwîstiyên hemû şêniyan bi cih bîne. Firneya alî 24 saetan dixebite û zêdeyî miqdara ku jê tê xwestin nan derdike ku rojane 28 ton e. Tevî ku firne rojane 29 hezar tûrik nan derdixe lê têra şêniyan nake."

Hisên pêşniyar kir ku firneyek din were vekirin da ku pêwîstiyên hemû şêniyan bi cih bîne, an li her taxeke bajarê Qamişlo dikanek ji bo firotina nan were vekirin da ku nan bighêje hemûyan û şênî neçar nemînin ku biçin firneyê.

REWŞA NAN LI KOBANÊ

Rêveberiya Firneyên Alî ya Kobanê bi koordîneya Desteya Aborî ya herêma Firatê û Şirketa Pêşxistina Abor biryara komkirina nan di turan da, ku berî 9 nan bûn kirin 8 an ku 950 gram ku berê 1300 gram bû. Her wiha biçûk û tenek kir.

Firneya Alî ya bajarê Kobanê ku rojane 24 saetê dixebite rojane 250 hezar tûr nan derdixîne, nirxê her tûrekê 125 lîreyên Sûriyê ye.

TEDBÎRÊN RÊVEBERIYA XWESER

Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê Şaneya Aloziyê civînek li dar xist. Li ser vê yekê Hevseroka Desteya Aborî û Çandinî ya Rêveberiya Xweser û endama Şaneya Aloziya Aborî Emel Xizêm got: "Di civînê de mijara destekdayîna madeya nan, bi hersê madeyên wê yên sereke xwê, hevîrtirş û tûr hatin nîqaşkirin da ku buhayê were diyarkirin û nehêle di demên bê de keysbazî were kirin."

Emel diyar kir ku projeya vekirina kargeheke hevîrtirş hate pêşniyarkirin. Li gorî lêkolînan kargeha ku tê payîn were avakirin heftane dê tonek hevîrtirş derxe.

ANHA


Mijarên Din