Şaneya Aloziyê li dijî vîrûsa Korona tevahiya girtekên pêwîst girtin

Şaneya aloziyê ya ku ji bo vîrûsa Korona hatiye avakirin destnîşan kir ku Desteya Tenduristiyê û kadroyên wê ji bo her rewşek awart re amade ne. Her wiha got ew ê nuqteyên tenduristiyê li cihên sereke yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bike. Şaneyê bang li şêniyan kir ku ger ji her haletekê bi guman bûn berê xwe bidin wan nuqteyan.

Şaneya aloziyê ya ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî vîrûsa Korona ava kiriye, kongreyek çapemeniyê li hola kongreyên çapemeniyê li avahiya Daîreya Têkiliyên Derve ya li bajarê Qamişlo lidar xist. Tê de girtekên dawîn ên ku Rêveberiya Xweser li hember Koronayê girtine eşkere kirin.

Hevseroka Desteya Hundirîn Hêvîn Mistefa, hevserokê Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan Jozêf Lehdo, hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Ciwan Mistafe tev li kongreyê bûn.

Di kongreyê de bijîşk Ciwan Mistefa carek din teqez kir ku heta niha tu haletên vîrûsa Korona li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çênebûye.

Mistefa wiha domand: "Ji bo parastina ji vê vîrûsê û ji bo ku negihêje herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  tevahiya deriyên sînor hatin girtin. Ji bilî şêniyên herêmê kesek derbas nabe. Ji bo ku gelê xwe ji vê nexweşiya cîhanî biparêzin."

Mistefa eşkere kir ku wek girtekên hişyariyê tevahiya şahiyên meha Adarê di nav de Cejna Newrozê hatin betalkirin. Nimêjên li cihên olî mîna mizgeft û dêr hatin taloqkirin û got: "Di dirêjahiya 24 saetên bê de piraniya wesayîtên veguhestinê yên hundirîn wê bêne rawestandin. Ji bilî yên taybet."

Mistefa di berdewama kongreyê de got: "Em nikarin bêjin em dikarin li hember vê vîrûsa ku gelek dewletên xwedî derfetên mezin aciz mane, bisekinin. Lê ger gelê me bi me re alîkar bû, girtek û tedbîrên hişyariyê girtin û bi me re hevkar bûn. Em ê helbet nahêlibin ku vîrûsa Korona bigihêje herêmên me yan jî ger gihaşt jî nahêlin belav bibe."

Girêdayî girtekên pêwîst ku divê bê girtin ger nexweşî derket, Mistefa ev tişt diyar kir: "Di çend saetên pêşîn de nuqteyên tenduristiyê wê li ser asta Bakur  û Rojhilatê Sûriyê li bajar û cihên sereke belav bibin. Divê hemû bi wan re alîkar bin. Ger haletên bi guman hebin bi lez berê xwe bidin wan nuqteyan."

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa teqez kir ku desteya bi tevahiya kadroyên xwe di dirêjahiya 24 saetan de amade ne û got: "Mixabin, heta niha tu hevkariyek ji hêla Şamê ve bi me re tune ye. lê em hewl didin deriyên danûstandinê pê re vebikin. Da ku di vê mijarê de hevkar bin û gelê Sûriyê ji vê nexweşiyê biparêzin."

Di dawiya axaftina xwe de Ciwan Mistefa teqez kir ku têkiliyên wan bi Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî re heye. Ew amade ne alîkariya tenduristî pêşkêş bikin ger vîrûs li herêmê belav bibe. Her wiha ew ê nimuneyan bibin ger haletên bi guman hebin û girtekên pêwîst di vî warî de bigirin ji bo ku teqez bibin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din