Şaneya Aloziyê navendeke karantînayê li kampa Mehmûdlî vedike

Rêveberiya kampa Mehmûdlî ya li gundewarê Tebqayê dest bi amadekariyên vekirina navendeke karantînayê di kampê de dike.

Wekî pêngavakê ji bo rêgirtina li pêşiya balavbûna Koronavîrusê li kampa Mehmûdlî ya gundewarê bakurê Tebqayê ku 8 hezar koçber tê de hene, rêveberiya kampê dest bi amadekirina vekirina navendeke karantînayê li kampê kir.

Ev pêngav di çarçoveya pêkanîna biryarên Şaneya Aloziyê de ya der barê rêgirtina li ber belavbûna vîrusê de hate avêtin.

Têkildarî makanîzmeya amadekariyên vekirina vê navendê, hevserokê kampa Mehmûdlî Abdulhadî Ebid ji ANHA'yê re axivî. Ebid got: "Ji ber perspektîfên rêveberiya Şaneya Aloziyê, me dest bi xebatên vekirina navendeke karantînayê ku ji 4 beşan pêk tê kir. Em niha text û alavên pêwîst ên navendê amade dikin. Her wiha me cihek li deriyê têketina kampê ji bo vê navendê veqetandiye da ku dûrî kampê be."

Tê payîn ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê bi rêya koordînatorê wê yê giştî di kampê de, navendê bi rê ve bibe û alavên tenduristî yên pêwîst û kadroyên tenduristî peyda bikin.

Ji bo parastina tenduristiya koçberan, rêveberiya kampê gelek tedbîr û biryar girtine.

Der barê vê yekê de Abdulhadî Ebid got: "Rêveberiyê bi rêya buroyên xwe yên di kampê de û koordîneya Bernameya Piştgiriya Civakî û Derûnî, gerên asayî di nava kampê de organize kirine, xeteriya belavbûna vê pandemî û girîngiya pêkanîna rêgezên xweparastina ji koronayê ji koçberan re şîrove dike."

Têkildarî tedbîrên paqijkirin û dezenfektekirinê de, Rêveberiya Kampa Mehmûdlî û Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Tebqayê tîmên dezenfektekirinê dişîne kampê, ku tevahî beşên wê, sûka bazirganî ya hundirîn, kolanên sereke yên kampê dezenfekte dike.

Kampa Mehmûdlî 10 km dikeve bakurê Tebqayê, di kampê de zêdeyî 8 hezar kes lê hene, ku di nava 2 hezar û 55 konan de bi cih bîne û ji 7 beşan pêk tê.

ANHA


Mijarên Din