Şaneya Aloziyê ya Efrînê navçeya Ehresê ji karantînayê derxist

Şaneya Aloziyê ya li herêma Efrînê piştî nas kir ku li navçeya Ehresê tu kes bi vîrusê neketiye, navçe ji karantînayê derxist.

Li Ehresê ya kantona Şehbayê welatiyek (45) bi Koronavîrusê ketibû û jiyana xwe ji dest dabû, lewma Şaneya Aloziyê qedexeya derketinê ferz kir û 14 rojan navçe xiste karantînayê.

Piştî şaneyê piştrast kir ku li navçeyê nexweş tune ne, karantîna rakir û destnîşan kir ku di çarçoveya xweparastina ji vîrusê de çûn û hatina di navbera navçeyan de qedexe ye.

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku heta niha 171 kes bi Koronavîrusê ketine, 8 kes mirine û 10 kes jî baş bûne.

(eh)

ANHA


Mijarên Din