Şaneya Aloziyê ya herêma Efrînê biryarên nû dan

Şaneya Aloziyê ya herêma Efrînê li dijî Koronvîrusê tedbîrên nû girtin, ji wan qedexeya derketina derve ya 15‘ê Nîsanê dirêj kir û derbasbûna cenazeyên ji derveyî herêmê tên qedexe kir.

Şaneya Aloziyê ya herêma Efrînê, duh civîna xwe ya çaremîn bi amadebûna nûnerên Şaredariya Gel, Desteya Tenduristiyê, rêveberên meclisên kantonên Efrîn, Şehba û Rêveberiya Xweser li dar xist. Di civînê de biryarên nû der barê rêgirtina li ber vîrusa Koronayê hatin dayîn.

Derbarê mijarê de hevserokê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Neiso ji ANHA‘yê re axivî û ev tişt anî ziman: "Duh, civîna çaremîn a Şaneya Aloziyê hate lidarxistin. Di civînê de ji bo parastina pirsigrêkêkn şêniyên yên ji ber qedexeya derketina derve biryar hatin danîn. Em li gorî derfetan dikarin parastina gelê ji vîrusa Koronayê bikin."

Neiso li ser biryarên ku di civînê de hatin dayîn ev tişt got: "Biryara yekemîn cenazeyê kesên ji herêmê yên ji derveyî tên dê li derveyî kantonê nêzî deriyê tê re derbas bûn werin veşartin, di rewşên neçarî de jî dê tevahî tedbîrên xweparastinê werin girtin da ku cenaze were derbaskirin û bi rêbazên durist werin veşartin."

Der barê biryara din jî Mihemed Neiso got: "Ne qedexe ye ku dikanên taybet ên madeyîn xwarinê, wekî zebze werin vekirin. Ji bo dikanên goşt û mirîşkan ji sibeha heta saet 18:00‘an li şûna 16:00‘an dikarin werin vekirin. "

Têkildarî tevgera erebeyan Neiso got: "Tenê erebeyên ku xizmeta şêniyan û yên rewşên awarte dikin mîna erebeyên zebzeyan dikarin di nava tevgerê de bin. Ji bo erebeyên madeyên din ên xwarinê her roja çarşemê, xwendiyên belavkirina xetên înternetê û sererastkirina wan her roja Yekşemê destûr ji wan re hatiye dayîn ku dikanên xwe vekin. "

Mihemed Neiso destnîşan kir ku dema qedexeya derketina derve diviyabû 5‘ê Nîsanê bi dawî biba û wiha domand: "Di civînê de biryar hate dayîn ku dema qedexeya derketina derve heta 15‘ê Nîsanê hate dirêjkirin. Pêwîst hebe dê heta demek din jî were dirêjkirin."

Hevserokê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Neiso di dawiya axaftina xwe de bang li şêniyan kir ku di malê de bimînin, dûrî deverên kom bibin û paqijiya giştî dîqet bikin.

ANHA


Mijarên Din