‘Şaneya di amadekariya êrîşê de hate bê bandorkirin’

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya YPG’ê ragihand ku di navbera Dêrazor û Hesekê de amedekariya êrîşê dikirin, ji aliyê Yekîneyên Operasyonên Taybet ve hatin girtin. 

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ragihand ku di navbera Dêrazor û Hesekê de amedekariya êrîşê dikirin, ji aliyê Yekîneyên Operasyonên Taybet ve hatin girtin. 

Daxuyaniya YPG’ê wiha ye;

“Li hember şaneyên veşartî yên ku hate zanîn amadekariyên êrîşan dikirin, di navbera Hesekê û Dêrezorê de operasyonên serkeftî hatin li dar xistin. Di operasyona ku ji aliyê Yekîneyên Operasyonên Taybet ve hat lidarxistin de şaneya ku plan dikir di cejnê de êrîşên teqemenî pêk bîne hate bê bandorkirin. Mîqdarek mezin teqemenî hate desteserkirin.”


Mijarên Din