Şaneya Kirîzê ya Cizîrê spasiya şêniyan kir

Şaneya kirîzê ya herêma Cizîrê di roja yekemîn a biryara qedexeya derketina derve de spasiya şêniyan kir ku li gorî biryarê tevgeriyan.

Şaneya Kirîzê ya Cizîrê bi nameyekê kedên gel û tevahiya tîmên xwe ji bo parastina herêmê ji belaya Korona spas kir û got:

"Di roja yekemîn de; ji saetên sibehê ve tevahiya hêzên ewlekariyê di nav bajar, bajarok û rêyan de belav bûn, ji bo ku rêgezên qedexeya derketina derve bînin cih. Tîmên tenduristiyê yên lezgîn di nuqteyên xwe de bicih bûn. Tevahiya navendên tenduristiyê amade bûn. Her wiha karkerên paqijiyê ji saetên berbangê sibehê ve, dest bi hemleya paqijiyê kirin. Li hinek navçeyan tîmên agirvemirandinê kolan û qad şûştin ji bo ku werin pakkirin.  Tevahiya komîteyên xizmetguzarî, av û karmendên pakkirinê di nav liv û tevgerê de bûn. Tîmên rewşên awarte yên warê kehrebeyê li ser kar bûn. Rewşa tevahiya bajaran bi rêya dazgehên çapemeniyê hate şopandin. Komîteyên zemhêrê û parastina mizaxetker li ser dikanan digerin û bihayan kontrol dikin. komîteyan hinek bazirgan ji ber keysbaziyê muxelefe kirin. bi rêya şopandina tevgera bajaran, mirov dikare bêje asta pêkanîna şêniyan ji tedbîrên û perspektîvên qedexeya derketina derve baş bû. Tu pirsgirêk an jî muxelefe di vî warî de çênebûn bi taybet piştî nîvro. Her wiha tu haletên vegirtina vîrûsê nehatin belgekirin.

Wek Şaneya Kirîzê ya herêma Cizîrê, em spasiya gelê xwe dikin, ji ber ku perspektîvên Rêveberiya Xweser ên girtine, anîn cih. Ew heman gelê ku di roja mîna îro de beriya salekê DAIŞ`ê tune kir. Bi vê boneyê em wî û baldariya wî ji bo ku ewlehî û silametiya xwe biparêze pîroz dikin. Em spasiya tevahya tîmên tenduristiyê, xizmetguzarî, zemhêr û çapemenî dikin. Spasiya tevahiya karkeran, xwediyên firinan, dikanan ên ku wijdana wan qebûl nekir ku bihaya madeyan keysbaz bikin. Em bi hêvî ne hemû li ser bingeha giyana berpirsyarî û exlaqî tevbigerin. Em spasiya tevahiya saziyên civaka sivîl, partî, kesayetên olî, êlî û çandî dikin. Her wiha tevahiya aliyên ku rolek di belavkirina zanabûnê girêdayî vê vîrûsê lîstin û bang ji gel kirin ji bo ku tedbîrên hatine girtin bînin cih spas dikin.

Em bang li gelê xwe dikin ku tedbîrên hatine ragihandin bînin cih ji bo parastina silametiya giştî û bi saziyên têkildar re hevkar bin. Em bi giyana berpirsyariyê ya gel xwe bawer in.

Em gelê xwe agahdar dikin ku dema qedexeya derkertina derve di 23`yê Adarê de saet 6:00`an sibehê destpê kir û wê heya 15 rojan bidome. Lê ger pêwîstî çêbû û ji bo berjewendiya giştî dibe ku ev dem were dirêjkirin. Tevahiya saziyên Rêveberiya Xweser di vê demê de têne girtin. Ji bilî saziyên ku hatine istisnakirin. Em teqezî li ser cidîbûna pêkanîna tedbîrên ferzkirina qedexeya derketina derve dikin û kesên muxalif wê werin cezakirin. Ger pêwîstî çêbû tenê endamek malbatê dikare sibehan derkeve û pêdiviyên peyda bike. Di rewşên awarte de dikarin li hejmarên tîmên tenduristiyê yên lezgîn ên ku berê hatine ragihandin bigerin.  Her wiha li her navçeyekê wê hejmarên telefonê bêne diyarkirin da ku her haletek keysbaziyê ji hêla xwediyên dikanan an jî bazirganan bigihînin aliyên têkildar.

Hemleya pakkirina taxan û cihên giştî wê sibeha roja Sêşemê di 24`ê Adarê de werin destpêkirin.

(şx)

NAHA

 


Mijarên Din