Ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina sivîl, fermandar û saziyan, Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 6’ê Tîrmeha borî de rewşa awarte li seranserî herêmê ragihand.
Li ser vê yekê hemû saziyên sivîl û leşkerî di hemû aliyan de dest bi amadekariyê kirin.
Têkildarî vê yekê, hevseroka Desteya Hundirîn a Herêma Firatê û endama şaneya kirîzê, Sozdar Şêxo axivî û anî ziman ku ji destpêka Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an heta îro ve dewleta Tirk a dagirker êriş û gefên xwe yên li dijî herêmê ranewestandiye.
'ME ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ BINGEH GIRTIYE'
Sozdar Şêxo got: “Di têkoşîna xwe de me şerê gel ê şoreşgerî ji xwe re bingeh girt û di asta yekemîn de me gel li gor wê bingehê bi rêxistin kir da ku karibe li hember êrişên dagirkeriya Tirk bisekine.”
Sozdar Şêxo têkildarî şêwazên amadekariyan ev tişt anî ziman: “Di asta duyemîn de endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn tên amadekirin da ku li hemberî êriş û gefên Tirkiyê di amadebaşiyê de bin. Her wiha hemû projeyên xizmetguzariyê hatin rawestandin û ji bilî wan projeyên peydakirina pêdiviyên gel ji çek û xwarinê û pêşxistina astên parastinê dest pê kirin.”
PERWERDEKIRINA JINAN
Der barê rola jinê di parastina herêmê de, Sozdar Şêxo wiha axivî: “Me perwerdekirina jinan ji xwe re erk dît, hem bi rêya dermankirina birîndaran hem jî bi rêya çêkirina xwarinan ji bo şervanan û parastina zarok û temenmezinan. Jinan ji bo parastina herêmê berdêlên buha dan, piştî rizgarkirina herêmê ji DAIŞ’ê me û dayîna bi hezaran şehîdan di vê oxirê de em rê nadin dewleta Tirk a dagirker herêmên me dagir bike.”
Hevseroka Desteya Hundirîn û endama şaneya kirîzê ya herêma Firatê, Sozdar Şêxo di dawiya axaftina xwe de got, gelê herêmê bi taybetî jin bi hemû awayan li hember dagirkeriya Tirk, li kêleka hêzên xwe û Rêveberiya Xweser têdikoşin.
‘DIVÊ HERKES AMADE BE’
Têkildarî mijarê, bi dehan jinên ciwan ên Kobanê li sê navendên tenduristiyê perwerdeya destwerdanên lezgîn digirin.
Ciwana Reşo ku tev li perwerdeya destwerdana lezgîn bûye, ji ajansa me re wiha axivî: “Ez hatim da ku xwe li ser destwerdanên lezgîn perwerde bikim, ji bo ez ji her şerekî û êrişekê re amade bim, ji ber ku divê her kes ji rewşa awarte re amade be.”
Ciwana Reşo diyar kir ku ew û hevalên xwe ji bo xelaskirina jiyana kesên derdora xwe dema rûdana êrişek an jî teqînan, tev li perwerdeyê bûne.
Ciwana Reşo bang li hemû ciwan û jinan kir ku tev li perwerdeyên destwerdana lezgîn û perwerdeyên din bibin da ku di rewşên awarte de amade bin.
(mh)
ANHA