Şaneya Krîzê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmarên telefonê ji bo rewşên awarte diyar kirin

Şaneya Krîzê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê sê hejmarên telefornê ji bo rewşên awarte ger qedexeya derketina derve berdewam kir, ji bo Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê diyar kirin. Da ku pê re di nav têkiliyan de be.

Şaneya Krîzê ya ku di 15`ê Adarê de hatiye avakirin, hewl  dide bi tevahiya tîmên xwe tedbîrên hişyariyê yên pêwîst bigire ji bo ku rê li pêşiya derketina Koronavîrûsê bigirin. Beriya wê jî şaneyê 4 hejmarên telefonê li herêma Cizîrê veqetandin. Bi rêya wê tîm û kadroyên tendursitiyê bi awayekî lezgîn mudexele dikin.

Îro şaneyê ragihand ku sê hejmarên telefonê ji bo rewşên awarte ji bo Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê veqetandin hejmar ev in: 0957996198- 0996465346- 0956375026.

Her wiha şaneyê bang li şêniyên Dêrazorê kir ku di rewşên bi guman de li van hejmaran bigerin ji bo tîmên tendustiyê yên pispor bi lez mudexele bikin.

Desteya Tenduristiyê ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku heta niha tu kes vîrûs venegirtiye.

(şx)

ANHA


Mijarên Din