Şaneya ku teqîn li Şedadê pêk dianî, hate girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a kantona Hesekê şaneyeke çete girtin ku ji bûyerên kuştin û teqînên li Şedadê berpirsyar e.

Hêzên Ewlekariya Hundirên a Kantona Hesekê di daxuyaniyekê de diyar kir ku Hêzên Ewlekariya Giştî ya girêdayî hêzên wan 3 kes ku li gundewarê Şedadê bûyerên kuştinê dikirin giritn.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Piştî şopandin û diyarkirina armancan, îro sêşemê 30'yê Hezîranê Hêzên Ewlekariya Giştî 3 kes ku têkiliyên wan ên raste rast bi komên girêdayî dewleta Tirk hene û kuştin û teqîn li Şedadê û gundên wan pêk dianîn girtin."

Her wiha hate gotin ji endamên komên serçeteyekê DAIŞ'ê ye û destek dan çalakiyên terorîst.

Hêzên Ewlekariyê diyar kir ji yek endamên şaneyê ku bombe li xwe pêçandibû û çeka sivîk û navîn pê re hebû, dema hewl dide bireve, bi guleyekê birîndar bû.

ANAH


Mijarên Din