Şanoya dawî ya Mîhrîcana Şano ya Şehîd Yekta Herekol

Di roja 10‘emîn a Mîhrîcana Şano ya Şehîd Yekta Herekol de Koma Serdem a Hêzên Erka Xweparastinê şanoya "Tu ne Kara yî" pêşkêş kir.

Şanoya "Tu ne Kara yî" ji aliyê nivîskar Ezîz Nîsen ve hatiye nivîsandin û Mihemed Resûl ve hatiye derhênerkirin. Rexnegirin şanoyê ev şano wekî gava destpêkê ya ber bi şanoya cîhanê ve bi nav kirin û gotin lîstikav rola xwe baş lîstin.

Şano, behsa şervanekî bi navê "Kara" dike, Kara wekî sembolek niştimanî tê dîtin, li gelek eniyên berxwedanê şer kir û li ser berxwedana wî gelekan nivîsîn. Piştî şehadeta wî peykerê wî tê çêkirin û bajarê lê bi navê wî naskirin.

Piştî şer bi dawî dibe, kesek nû derdikeve û dibêje ku ew Kara ye û hîna nemiriye, her çendî hewl dide derdorê îqna bike ku ew Kara ye lê nedikarî.

Kara rastiya kesayeta xwe parve dike, diyar dike ku ew li eniyên şer pir tirsonek bû, dema şer dijwar dibû xwe vedişart û tiştên di bêrîka şervanan de didizî. Her wiha dibêje ku rojekê topek lê nêzî wî dikeve û xwe di nexweşxaneyê de dibîne, piştî şer bi dawî dibe her tiştên ku dizî kiribû difroşe û ji bo keyfiyetê xwe xerc dike, herî dawî tiştek li gel wî namîne û vala vedigere bajarê xwe.

Kara nedizanî ku çîrokên lehengî li ser wî hatiye nivîsandin.

Hevalên wî ji tirsa ku xelk nas bikin ku Kara nemirine û erkên mezin radestî wî bikin, ji wî dixwazin ku ji bajar derkeve li beramberî ku pereyan bidin wî. Kara ji bajar derdikeve, lê piştî pereyên xwe xerç dike dîsa vedigere bajar.

Hevalên wî piştî ku di îqnakirina wî de careke din binketin vê carê ew kuştin.

Piştî şano bi dawî bû, beşdaran û rexnegiran nêrînên xwe gotin. Rexnegir Hesen Zaza û şanoger Fewaz Mihemed şono baş nirxandin û gotin lîstikvanan rola xwe baş lîstin. Her wiha şano gaveke ber bi şanoya cîhanê bi nav kirin.

Sibe dê xelatên mîhrîcanê werin dayîn.

ANHA


Mijarên Din