Sara Xelîl: Heta ku DAIŞ neyê darizandin xeterî li ser herêmê heye

Sara Xelîl diyar kir ku heta çeteyên DAIŞ`ê yên di destên QSD`ê de neyên darizandin û dadgehek bi zagonên navneteweyî neyê avakirin, xetereyeke mezin li ser herêmê heye.

Di sala 2014`an de çeteyên DAIŞ`ê gava destpêkê li bajarê Kobanê avêt û li wir berxwedaneke bêhempa li hember DAIŞ`ê hat kirin ku di 2015`an de Kobanê bi saya şehîdên ku ji her parçeyên Kurdistanê hate rizgarkirin, piştî wê gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ`ê hatin rizgarkirin. Herî dawî terora mezin DAIŞ di 23`yê Adarê de  şervanên QSD`ê li bajarokê Baxoz ê Dêrzorê dawiya wan anî, her wiha gelek ji malbat û çeteyên DAIŞ`ê xwe radestî şervanên QSD`ê kir lê heta niha tu biryar ji bo darizandina wan nehatiye dayîn.

Der barê mijarê de cîgira Hevserokatiya Rêveberiya Herêma Firatê Sara Xelîl diyar kir ku ew çeteyên di destên QSD`ê de, xetereyeke xwe ya mezin li ser herêmê heye ku hêza wan a xwenûkirinê heye û dikarin ji nû ve bingeha xwe li Bakur û Rojhilatê ava bikin, ji bo wê jî divê di demeke nêz de ew dadgehek ji bo malbatên çeteyên DAIŞ`ê li cihê destpêkê yê DAIŞ tê de têk çû, li wir bên darizandin.

`QSD`ê cîhan ji xetereya DAIŞ`ê xilas kir`

Sara teqez kir ku DAIŞ terora herî mezin li ser tevahî cîhanê bû ku kesekî li hember wan nikarîbû bisekine û di bin navê ola îslamê de mirov qetil kirin, lê bi berxwedana şervanên YPG, YPJ û QSD`ê û bi saya zarok û şehîdên Kobanê, herêmên Rojava û tevahiya cîhan ji xetereya herî mezin xilas bûn û îro jî jiyaneke azad û aram hatiye afirandin.

Sara di berdewama axaftina xwe wiha anî ziman: "Di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ`ê de gelek mirov û malbat ji aliyê çeteyan ve hatin girtin û heta niha hin malbat li zarokên xwe dipirsin, lê zarokên wan nayên dîtin. Dibe ku li hin cihan veşartî bin, an jî hatibin qetilkirin,  ji ber vê jî avakirina dadgehê di vê demê de girîng e da ku ew kesên winda yên ku di destê çeteyan de bûn, werin dîtin."

`Divê hêzên navneteweyî destekê bidin Rêveberiya Xweser`

Sara Xelîl bal kişand ser avakirina dadgehê ji bo darizandina DAIŞ`ê ku ev mijara avakirina dadgehê dereng ma û roj bi roj ji nû ve xetereya xwe li ser cîhanê bi giştî heye, di heman demê de hevjînên çeteyên DAIŞ`ê dibêjin ew ê zarokên xwe mezin bikin û ji nû ve sîstema xwe li herêman ava bikin, ji ber vê divê dadger bi awayekî lez li ser axa ku gelek zarokên wê şehîd xistin, werin darizandin.

ANHA   


Mijarên Din