Şaredariyê lêpirsîn li kesekî ku av xerç dikir vekir

Komîteya Zabîte ya Şaredariyê Gel a navçeya rojhilat a li bajarê Qamişlo di nav baxçeyekî de xeteke avê şikestî dît û lêpirsîn ji xwe xwediyê baxçe de kirin.

Li hin taxên bajarê Qamişlo ji ber xerabûna hin stasyonên avê û xerçkirina zêde ya ji aliyê şêniyan ve av kêm bûye. Hin kesjî ji bo avdana baxçeyên xwe xetên  muxalif kişandine.

Gerînendeya Giştî ya Avê ya bajarê Qamişlo hişyariya xerçkirina zêde ya avê dabû.

 Îro Komîteya Zabîte ya Şaredariya Gel a navçeya rojhilat a li bajarê Qamişlo di dema şopandina xetên ava de, xeteke ava vexwarinê ku av dida taxên navçeya rojhilat, di nav baxçeyekî cotkaran şikestî dît. Zabîteyê ceza derheqê xwediyê baxçe de nivîsand, tê payîn ku lêpirsînên pêwîst ji bo vê mijarê pêk were.

Şirketa giştî ya avê tîmên sererastkirinê şandin cihê xetê da ku sererastkirinên pêwîst pêk bîne.

Zabîteyê bang li hemû welatiyan kir ku eger bûyerên wiha li herêmê pêk hatin, wan agahdar bikin.

(jo)

ANHA

 


Mijarên Din