Şaredariya Amûde dest bi ziftkirina rêyan kir

Şaredariya Gel a navçeya Amûde dest bi projeya ziftkirina rêyên kolanên navçeyê bi rûberea 2 hezar û 220 m2 kir.

Şaredariya Gel a navçeya Amûde ji bo sererastkirina rêyan bi Şirketa Zagros a ziftkirina rêyan peymanek mohr kir.

Li gorî Komîteya Fenî ya Şaredariya Gel tê payîn ku rêyên navçeyê bi rûbera 2 hezar û 220 m2 werin ziftkirin. Di nav de hezar û 820 m2 zirar dîtine û dê bi temamî werin ziftkirin û 400 m2 dê werin restorekirin û piştre ziftkirin.

Şirketê îro madeya MC-0 li ser hindek kolanan reşand. Li gorî kadroya Şaredariya Gel a navçeyê lêçûna projeyê 50 milyon lîreyên Sûriyê ye.

(şx)

ANHA 


Mijarên Din