Şaredariya Dirbêsiyê dest bi sererastkirina rêyan kir

Şaredariya Gel a navçeya Dirbêsiyê di çavçoveya projeyên salan e de dest bi pêkanîna projeya restorakirin û sererastkirina rêyên li navenda nevçeyê, kir.

Gelek rê û kolanên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ji ber baran û lehiyên îsal de zirar dîtin. Bi armanca sererastkirina rêyan ên ku di projeyên salane yên sala 2019’an de ne, Şaredariya Gel a navçeya Dirbêsiyê dest bi projeya sererastkirina rêyên zirar dîtine kir. Weke rêya ku diçe bajarê Hesekê.

Her wiha xebatên sererastkirina rêyên li taxên sereke û şaxî yên navçeyê zirar dîtine, berdewam in.

(fr)

ANHA


Mijarên Din