Şaredariya Dêrikê planzasiya xebatên xwe pêk tîne

Şaredariya Gel a Dêrikê gelek xebatên di plansaziya sala 2019`an de pêk aniye, jê qîrkirina rêyan, sererastkirina piran û xetên kanalîzasyonê.

Şaredariya Gel a Dêrikê plansaziya xwe ya 2019`an pêk tîne. Di vê derbarê de şaredariyê dest bi projeyên sererastkirina pirên ku di encama lehiyan de hilweşîne, qîrkirina rêyên sereke û şaxî yên gund û bajaran, dîsa jî sererastkirina toreya kanalîsazyonê yên taxên Dêrikê kir. Her wiha gemar û çopa ku li ser rêya Eyn Dîwarê radike.

Piştî giliyên şêniyan cihê sergoyê hate veqetandin

Şêniyên herêmê ji ber kombûna gemarê li ser rêya Eyn Dîwarê ya ber bi Girostana Şehîd Xebat ve bi gilî û gazinc bûn. Li ser wê Şaredariya Gel a Dêrikê cihek ji bo sergoyê li herêma Koçerat diyar kir.

Şaredariyê ji bo cihê sergoiyê ku 2 km dûrî bajaroka Xana Serê ye rûberek bi 38 donim, kûrahiya 5 metreyan û li dora wê bendên axê bi bilindahiya 3 metreyan li herêma Koçerat veqetandiye. Şaredarî bi hevkariya şirketa Cûdî dest bi rakirina çopê ji cihê berê ber bi ciha ku nû diyar kiriye, kir.

Ji aliyekî din ve jî, werşeyên şaredariyê kolanên taxa Rojava(Komîna Şehîd Hemze) bi dirêjahiya hezar û firehiya 7 metreyan û qalindbûna 10 cm bi hevirên hûr raxist û ji bo ziftê amade dike.

Her wiha Şaredariya Gel a Eyn Dîwarê bi koordîneya Şaredariya Gel a Dêrikê û bi peymana şirketa Cûdî ya rêyên giştî, rêyê gundê Berek- Berbenê bi kevirê şikandî bi miqdara 800 m2 û bi dirjêhiya 2 hezar metre û firehiya 6 metreyan sererast kir.

Amadekirina parka 4`ê Nîsanê li taxa şehîd Xebat

Şaredariya Gel a Dêrikê parka 4`ê Nîsanê li taxa Şehîd Xebat sererast kir, peyare û çarexeriyek biçûk li navenda wê bi lêçûna 4 milyon lîreyên Sûriyê ava kir.

Sererastkirina toreyên kanalîzasyonê yên serek û şaxî li herêma pîşeyî û taxa Tecnîd

Şaredariya Gel a Dêrikê dest bi sererastkirina toreyên kanalîzasyonê yên şaxî û serek yên herêma pîşeyê bi dirêjahiya 160 m û lêçûna 2 milyon lîreyên Sûriyê kir da ku xebatên bingehîn ji herêmê re peyda bike.

Her wiha şaredarî xebatên dirêjkirina toreyên kanalîzasyonê yên sereke û şaxî li taxa Tecnîd Sekenê ku xizmeta 100 malên taxê dike didomîne.

Sererastkirina pirên ku di encama lehiyan de zirar dîtine

Ji ber lehiyan hin pirên ku rêya sereke yên gund bi bajêr ve girêdidin hilweşiyan, di nav de pirên li gundên Beravê ji xizmetê derketin. Ji ber wê şaredariyê dest bi sererastkirina pirên ku zirar dîtine kir.

Li gorî endamên rêveber ên Şaredariya Gel a Dêrikê şaredariyê projeyên xwe yên xizmetguzarî bi koordîneya şirketa Cûdî ya têkildarî rêyan didomîne, dîsa jî sererastkirina toreyên kanalîzasyonê didomin.

(şx)

ANHA

 


Mijarên Din