Şaredariya El-Keramê 40 sergo veguhest ji derveyî bajarok

Şaredariya Gel a El-Keramê xebatên veguhestina sergoyên bêserûber didomîne. Heta niha 40 sergo veguhestine derveyî bajarok û armeyên bixêrhatinê li deriyên têketin û derketina bajarok danîn.

Bi hatina havînê re û belavbûna sergoyên bêserûber li bajarokê El-Keramê û gundên girêdayî wê, bêhna nexweş û mêş, bi taybet meşa nexweşiya leşmaniye belav bûne.

Şaredariya Gel a bajarok bi koordîneya Komîteya Xebatên Fenî ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê 40 sergoyên bêserûber ji bajarok û gundên derdorê rakirin û veguhestin cihên dûrî bajarok. Piştre şewitand û binax kirin. Tevî wê jî armeyên bixêrhatinê li deriyên têketin û derketina bajarok bi dirêjbûna 4 metreyan û penahiya 3 metreyan danîn.

Endamê Buroya Fenî yê ku çavdêriya projeyên Şaredariya Gel Feysel El-Bêrem got: "Îro em hewl didin sergoyên bêserûber ên ku bi awayekî mezin belav bûne rakin. Ji ber wê ji bo parastina bajarokê El-Keramê û gundên dirêdayî wê, me sergoyên bêserûber veguhestin derveyî bajarok."

El-Bêrem destnîşan kir ku di meha bê de dê dest bi hemleya reşandina dermanên mêşan li bajarok û gundên girêdayî wê bikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din