Şaredariya Erûr ji bo paqijgirtina jîngehê banga hevkariyê li şêniyan kir

Dema ku mirov di gundê Yûsifiyê yê girêdayî navçeya Girkê Legê re derbas dibe şêwazeke ne şaristanî û bêhnên xirab dibîne. Heger ev pirsgirêk neyê çareserkirin dê nexweşî belav bibin. Şaredariyê soza çareserkirina vê pirsgirêkê di demekê nêzîk de da.

Gundê Yûsifiyê nêzî 13 km dûrî navenda navçeya Girkê Legê ya girêdayî kantona Qamişlo ye. Bineszaiya gund ji aliyê çeteyên Cebhet El-Nusra ve di 2013`an de hatiye hilweşandin û zehmetiyên şêniyan heta roja îro didome bi taybet di aliyê kenalîzasyon û çopê de.

Li derdora gund û di hundirê taxan de çop belav bûye bi taybet di kenalên kenalîzasyonê de. Çop di rêgaran de kom bûye. Ji ber vê yekê jî av kom dibe û golên avê di nava gund û li ser kolanan çêdibe.

Çop cihê kombûna hemû cûreyên lawirên ku di gund de digerin bêyî ku di ber çavan re nexweşiyên ku dê lawir li gund belav bikin were derbaskirin.

Şêniyê bi navê Mihemed Hisên ji ber rewşa gund gazinc kir û diyar kir ku bêhna ku ji çopa komkirî derdikeve hişt ku beriya 10 rojan keça bibe nexweşxaneyê.

Her wiha Eledîn El-Îbrahîm jî behsa rewşa xirab a xizmetguzariya li gund kir, tu alî guh nadin gund da ku tişta çeteyên Cebhet El-Nusra beriya 7 salan hilweşandiye jinûve ava bikin û bi taybet kenalîzasyon.

Girêdayî mijarê Hevserokê Şaredariya Gel a bajarokê Erûr Ebdullrezaq El-Salim ji ANHA`yê re got mijara gundê Yûsifiyê di nava plana wan a salê de ye û soza başkirina rewşa xizmetguzarî da.

Ebdullrezaq El-Salim destnîşan kir ku piştî ku şaredariya gel gund paqij kir û çopa wê kom kir, hin ji şêniyan careke din çop avêtin. Her wiha Abdullrezaq El-Salih îşaret bi girîngiya hevkariya şêniyan bi şaredariyê re kir û diyar kir ku paqijî ji her kesî tê xwestin ne tenê ji şaredariyê.

(bx)

ANHA


Mijarên Din