Şaredariya Eşrefiye û Şêxmeqsûdê pirsgirêkên xuzmetguzarî çareser dike

Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, pirsgirêka qutbûna kehrebeyê bi rêjeya ji sedî 70 çareser kir. Heer wiha 600 malên ku bermahiyên şer lê hene, paqij kirin.

Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê tevî derfetên kêm, xebatên xizmetguzariyê ji şêniyên her du taxan re pêşkêş dike û pirsgirêkên wan çareser dike.

Ji ber ku hinek rêyên taxa Şêxmeqsûd bi taybet ên başûrê rojavayê taxê xirab bûne, werşeyên girêdayî Şaredariya Gel rêya serwîsê û kolana Goristana Zarokan sererast kirin. Tevî wê jî xeta avê ya sereke bi dirêjahiya  100 m li kolana Goristana Zarokan dirêj kir. 3 jêderên nû çêkirin da ku av bigihîje nav malan. Her wiha jêdereke din sererast kir.

ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KEHREBEYÊ BI RÊJEYA JI SEDÎ 70

Piştî ku Şaredariya Gel du veguhêzên nû danîn kolanên El-Şerqiye û El-Zihûr ên taxa Şêxmeqsûd, rewşa kehrebeyê baş bû.

Niha xebatên xwe di kolana 15, herêma Şiqeyf û Firin El-Quds de dimeşîne. Werşeyên şaredariyê veguhêzên wan kolanan sererast dike da ku pirsgirêka qutbûna kehrebeyê bi rêjeya ji sedî 70 çareser bike.

ŞAREDARIYÊ 125 HAWIYE DI NAV TAXAN DE BELAV KIRIN

Werşeyên paqijiyê yên girêdayî Şaredariya Gel hemleya paqijkirina avahiyên ji ber êrişên çeteyan wêran bûne, didomîne. Heta niha 600 mal paqij kirine.

Ji aliyekî din ve Şaredariya Gel dest bi hemleya saxlemiya avakirinê kir. Ji bo wê komîteyeke taybet ji bo rakirina cismên xeternak ava kir. Xebatên şaredariyê ji taxa Eşrefiyê destpê dikin. Heta niha şaredariyê 150 avahî li taxê ji bermahiyan paqij kirine û xebatên wê hîna berdewam in.

Her wiha Komîteya Paqijiyê ya Şaredariya Gel hilmijeke paqijiyê veqetand û 125 hawiye li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye belav kirin. Tevî wê jî toreyên kanalîzasyonê bi yên nû guhertin.

Girêdayî mijarê hevserokê Şaredariya Gel Mihdî Bîlal got: “Em dixwazin bi rêya van projeyan xizmeta şêniyan bikin û pirsgirêkan çareser bikin. Em niha hewl didin xebatên sererastkirina toreyên kanalîzasyonê û paqijkirina avahiyan ji bermahiyên şer, berdewam bikin.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din