Şaredariya Eyn Îsayê kolanên bajêr dezenfekte dike

Di çarçoveya tedbîrên Rêveberiya Xweser ên li dijî Koronavîrusê de Komîteya Xizmetguzariyê ya Şaredariya Eyn Îsa bi hevkariya Komîteya Tenduristiyê dezenfektekirina navçeyê didomîne.

Îro Komîteya Xizmetguzariyê ya Şaredariya Gel a Eyn Îsayê bi hevkariya Komîteya Tenduristiyê dest bi reşandina avê û dermanên dezenfektekirinê li kolanan kir û tîmek ji bo dezenfektekirina hemû dikanên bazirganiyê erkdar kir.

Hevseroka Komîteya Xizmetguzariyê Xedira Ebûd diyar kir ku dê hemleya dezenfektekirinê li hemû kolanên sereke, dikanên bazirganiyê û deverên giştî pêk bê. Xedira destnîşan kir ku ev gav wek tedbîreke pêşîlêgirtina vîrusa Koronayê ye ku li bi lez li piraniya dewletên cîhanê belav dibe.

Tê zanîn ku ji bo pêşîlêgirtina belavbûna vîrusa Korona (Covid-19), li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemleyên dezenfektekirinê û paqijkirina deverên giştî û saziyan pêk tê.

(bx)

ANHA


Mijarên Din