Şaredariya Gel a Curniyê di sererastkirina pir û derbasgehan de berdewam e

Şaredariya Gel a Curniyê xebatên xwe yên sererastkirina pira"Bîr El-Sena" ya ku fena damara zîndî ya ku gundên Curniyê, Tebqa û Reqayê ve pev ve girê dide, tê hesibandin, dewam dike.

Li gor planên ku Şaredariya Gel a Tebqayê û şaredariyên girêdayî wê îsal dane pêş xwe, werşeya girêdayî Buroya Xizmetguzariyê û bi çavdêriya Buroya Pîşeyî ya Şaredariya Curniyê, sererastkirina pira gund "Bîr El-Sena" a ku dikeve bejahiya rojhilatê Curniyê, bi dawî kir.

Dirêjahiya pira gund "Bîr El-Sena" 10 m û kêmberiya wê jî 5,5 m û bilindûna wê 3 m. Derketina pirê ji xizmetê barek giran li ser milê şêniyan çêdikir û divê şêniyan da ku biçin gundên dîtir û bajarên Tebqa, Reqa û gundewarên wê mesafeyeke dirêj bibirîna.

Li gorî Hevserokê Şaredariya Gel a Curniyê Hemed Ehmed daye zanîn ku şaredarî sererastkirina pir derbasgehan xistiye lîsteya destpêkê ya xebatê û bi wê re jî alîkariyeke mezin dide kurtkirina mesafeyan.

Her wiha şaredarî dê xebata serastkirina derbasgehan li gor girîngiya destpêkiyan dê bimeşîne. Dê xebat li ser derbasgehên ku li ser rêyên sereke ne bê kirin. Weke El-Kilê, Ebû Redanê, El-Huriyê, El-Xatûniyê, Til Osman, Wadî Cehennem û El-Faris. Dûvre dê rêyên şaxî sererast bikin, weke El-Dixan û Şelel.

Bi sedema rewşên hewayê yên awarte ku rastî herêmê hatine û bi sedema xwezaya erdnîgariya bajarokê Curniyê û gundên wê ya ku hinekî bilind e, hîşt ku lehî lê çêbibe û ziyanên madî li pir û derbasgehan jî çêbibin. Weke rêya Tebqa-Mehmûdlî-Curniyê.

Şaredariya Gel a Curniyê di demeke berê de 4 pir li herêmên cuda seraretkirin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din