Şaredariya Gel a Dirbêsiyê ji bo rewşên awarte du hejmarên telefonê diyar kirin

Şaredariya Gel a navçeya Dirbêsiyê 2 hejmarên telefonê ji bo rewşên awarte ji bo şewatan, diyar kirin. Li aliyekî din cîgirê hevserokatiyê diyar kir ku wan ji bo parastina hilberîna îsal tedbîr girtine.

Di sala borî de ji ber şewatên di nav zeviyan de çêbûne, rûberên fireh şewitîn û zirarên madî mezin çêbûn.

Li navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî kantona Hesekê Komîteya Rewşên Awarte ya girêdayî Şaredariya Gel ji bo parastina zeviyan amadekariyên xwe temam kirin û tevahiya tedbîr girtin..

Saziya Çandiniyê di çarçoveya girtina tedbîran de ji bo parastina zeviyan, derman di dirêjahiya aliyên rêya giştî reşand da ku rê li pêşiya rûdana şewatan bigire. Her wiha hejmarek ambulans peyda kirin.

Şaredariya Gel ji bo rewşên awarte dema şewat çêbûn, du hejmarên telefonê diyar kirin; 0994 129 255/0938 895 463. Şaredariyê bang li şêniyan kir ku ger tiştek bi zeviyan hat wan agahdar bikin. Têkildarî mijarê cîgirê hevserokatiya Şaredariya Gel a navçeyê Elî Salih got: “Divê şênî bi komîteyên rewşên awarte re hevkar bin û ger şewatek çêbû yekser agahî bidin.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din