Şaredariya Gel a Dêrikê dest bi reşandina dermanên mêşan kir

Şaredariya Gel a Dêrikê li taxên bajêr, Beravê û herêma Koçeratan dest bi reşandina dermanên mêş û moran kir.

Demsala havînê dest pê dike, pileyên germahiyê bilind dibin û mêş û mor li taxên bajarê Dêrikê û avahiyên giştî belav dibin. Bi vê meqsedê Şaredariya Gel a Dêrikê dest bi reşandina dermanên mêş û moran li nava malan û avahiyên giştî kir.

Her wiha dermanê dûpişkan ji aliyê pisporan ve li Şaredariya Gel a Dêrikê tê amadekirin û paşê li şêniyan tê belavkirin.

Endama Nivîsgeha Jîngehê ya Şaredariya Gel Şîlan Elî anî ziman ku miqdara gerînendetiyê şandiya kantona Qamişloyê baş e û dê li bajar, tax, mal û avahiyên giştî were reşandin.

Li bajarê Dêrikê hîn jî hemleya reşandinê berdewam e û dê heta hemû dever werin reşandin, berdewam be.

(eh)

ANHA


Mijarên Din