Şaredariya Gel a Girê Spî dest bi rêzeprojeyên xizmetguzarî kir

Şaredariya Gel a bajarê Girê Spî sererastkirina toreyên kanalîzasyonê li taxa şehîd Sadiq a li Girê Spî bi dawî kir û dest bi projeyên din ên xizmetguzariyê kir.

Şaredariya Gel a bajarê Girê Spî dest bi boyaxkirina peyareyên kolanên bajêr bi dirêjahiya 2 hezar û 600 m bi lêçûna 2 milyon lîreyên Sûriyê kiriye.

Her wiha şaredarî hewl dide rêyên taxa Şehîd Sadiq(taxa El-Lêl) bi dirêjahiya hezar û 500 m bi kevirê şikî dirêj bike, piştî ku toreyên kanalîzasyon û avê bi dirêjahiya 2 hezar û 600 m sererast kiriye.

Tevî wê jî şaredarî sembola simbila genim bi bilindahiya 4 m danî çarxerêya El-Hiwêce di deriya têketina başûrê bajarê Girê Spî de. Şaredarî xebatên xemilandina çarxeriyê didomîne.

Girêdayî mijarê mudirê Beşa Fenî ya Şaredariya Gel Mistefa Bozo got xebatên gelek projeyan berdewam e heya ku bi dawî bibin. Her wiha tekez kir ku piştî bidawîkirina wan projeyan dê dest bi projeyên din bikin mîna sererastkirina toreyên kanalîzasyonê.

Bozo destnîşan kir ku taxên ku dê projeyên sererastkirina toreyên kanalîzasyonê tê de werin meşandin ev in: Eyn El-Erûs, Til Ebyed El-Şerqî, Til Ekhel û Eyn El-Hisan. Bozo balkişand ser ku ew ê rêyan piştî dirêjkirina toreyan bi kevirê şikî sererast bikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din