Şaredariya gel a Hesekê paqijkirina çemê Ceqceq berdewam dike

Şaredariya Gel a Hesekê bi dirêjahiya 1.5 kîlometre çemê Ceqceq ji qirêjiyê paqij kir û heta bidawîkirina projeyê dê bixebite.

Bi nêzîkbûna demsala zivistanê re û misogeriya herikîna çemê Ceqceq Şaredariya Gel a Hesekê ji 16 Îlonê ve hemleya paqijkirina çemê Ceqceq ji qirêjiyê, dest pê kiribû.

Şaredariyê piştî lêkolînkirina projeyê dest bi paqijkirina giya û qirêjiya di hundirê çemî de kir.

Hevserokê Şaredariya Gel ê Hesekê da zanîn ku Şîrketa Ehmed Temir a avakirinê li Hesekê ji bo bidawîkirina kar bi awayekî lez, bi 23 erebeyên xwe destek da şaredariyê.

Ji ber pirbûna giya, çop û qirêjiya di nava çem de, gelek kurmik û lawirên ku nexweşiyan çêdikin derketibûn.

Hat bibîrxistin ku Şaredariya Gel a Hesekê ji destpêka belavbûna nexweşiya koronayê ve, gelek caran çem derman kiriye, lê ji ber pirbûna giya û kurmikan nikarî wan bêbandor bike.

Hevserokê Şaredariya Gel a Hesekê Beşar Ehmed ji ANHA`yê re axivî û da diyarkirin ku divê şênî û xwediyên fabrîqeyan li nêzî çem, qirêjê û bermahiyên karê xwe neavêjin hundirê çem û teqez kir ku karên bi vî rengî nexweşiyan belav dikin û bêhnên genî derdixin. Her wiha bang li şêniyan kir ku divê alîkarî û piştgiriya paqijkirinê bikin ku bikaribin bajarê xwe xweşik û paqij ragirin.

Tê payîn ku şaredarî piştî qedandina projeya paqijkirinê di 10 rojên din de dê darên çamê li peravên çem biçînin. 

(oh)

ANHA


Mijarên Din