Şaredariya Gel a Reqayê Çerxerêya Hezîme restore dike

Şaredariya Gel a bajarê Reqayê hewl dide Çerxerêya Hezîme ya ku dikeve têketina bajêr ji aliyê bakur ve, sererast bike piştî ku di dema DAIŞ`ê de zirar lê bûye.

Şaredariya Gel a bajarê Reqayê xebatên xwe yên xizmetguzariyê di nav bajêr de ji rakirina çopê, qîrkirina rêyan û gelek xebatên din berdewam dike. Tevî ku dest bi sererastkirina Çerxerêya Hezîme, parkan û boxyakirina peyarêyan kirine.

Çerxerêya Hezîme ji çerxerêyên herî girîng ên bajêr tê hesibandin û di navbera bajêr û gundewarên bakur de ye. Di çerxerêyê re bi hezaran şênî û ajokarên ku ji herêmên din tên derbas dibin.

Şaredariya Gel a bajêr piştî ku çerxerê di dema çeteyan de gelek zirar dîtiye, niha hewl dide wê bi awayekî xweşik çêke.

Beşa Daîreya Hawîrdor, Parkan û Çandina Daran a girêdayî Şaredariya Gel a Reqayê xebatên xwe ji bo amadekirina parkên giştî û xemilandina navînên rêyan bi dar û gulan didomîne, tevî rakirina bermahiyan.

Endezyarê avahîsazî yê Daîreya Fenî ya Şaredariya Gel a Reqayê Welîd Hecî got: "Kar di qonaxên destpêkê de ye, heta niha tenê me bi rêjeya ji sedî 20 amade kir. Dema ku tê payîn proje bi dawî bibe 60 rojên xebatê yên domdar e."

Welîd Hecî bi bîr xist ku prosesa rakirina bermahiyên çerxerêya kevn bi dawî bûye, niha bingeheke nû ji çerxerêyê re tê danîn û xebat berdewam e.

Şaredariya Gel a Reqayê di demek berê de çerxerêyên El-Saa, El-Sewami û El-Neîm sererast kirine.

(şx)

ANHA


Mijarên Din