Daîreya Ronîkirinê ya Giştî ya Şaredariya Gel a Reqayê karên xwe yên rojane yên ronîkirina kolanên bajêr didomîne. Şaredariyê di hefteya borî de dest bi projeya ronîkirina taxa Sekenê ya naverasta bajarê Reqayê û sererastkirina torên ronîkirinê yên kolan û taxên bajêr, kir.
Daîreya Ronîkirinê ya Giştî ji sedî zêdetir 75 ji kolanên Reqayê ronî kirin û ji bo ronîkirina taxa Sekenê kar berdewam e. Heta niha 25 çirayên enerjîparêz bi enerjiya 200W hatin bicihkirin û stûnên hatin danîn. Tê payîn ku di hefteya bê de wê ev proje bi dawî bibe.
Di meha borî de, Daîreya Ronîkirina Giştî ya Reqayê, rêya di navbera dibistana Xedîce ya beşê rojava yê bajêr û geraca Hewd de, bi dirêjahiya 600 metre ronî kir, her wiha 24 çira hatin bicihkirin û stûnên ronahiyê sererast û boyax kirin.
Girêdayî vê mijarê, serokê Daîreya Ronîkirina Giştî ya Şaredariya Gel a Reqayê, Şewax Silal ji ajansa me re wiha axivî: “Ji bo temamkirina projeya ronîkirina bajarê Reqayê, li rêyên sereke, taxên biçûk û derdora bajêr kar berdewam e.”
Silal destnîşan kir ku Daîreya Ronîkirinê ya Giştî ji sedî 75 ji kolan û parkên bajêr ronî kirin, her wiha parka Beca û 7’ê Nîsanê û Cewad Enzor hatin ronîkirin.
Şewax Silal wiha diyar kir: “Projeyên nû di plansaziya me de hene ku em amûrên nû ji bo ronîkirinê bi dest bixin. Em ê bi wan amûran dest bi ronîkirina taxên Sibahiyê, Mefreq Cezere, taxa Hisêwe, Sêf El-Dewlê, Mizgefta Kevin û taxa Kurdan, bikin.”
Silal îşaret pê kir ku ew ê ronîkirina rêyên sereke ji taxa Ferdos a naverasta bajêr ber bi mizgefta Newewî ve û ji rêya şaredariyê ber bi geraca bolman û kolana Mensûr ve, bidomînin.
Di dawiya axaftina xwe de, Silal bang li şêniyên Reqayê kir ku bi Daîreya Ronîkirinê ya Giştî bibin alîkar û milkên giştî ji dizîn û xerakirinê biparêzin.
ANHA