Şaredariya Gel a Şedadê dest bi projeyên sala nû kir

Şaredariya Gel a Şedadê plansaziya xwe ya îsal diyar kir. Îsal dê ji bajarokê Sûr avê bidin navçeya Şedadê.

Sala derbasbûyî Şaredariya Gel a navçeya Şedadê tevî zor û zehmetiyan jî gelek kar û xebat meşandin. Şaredariya Gel di 2019`an de gelek kar û xebatên kanalîzasyonên li navçeyê, sererastikirina piran, zîftkirin û sererastkirina rêyan bi cih anîn. Ji van piran, pira di navbera rêya navçeya Şedadê û bajarokê Mergedayê hate sererastkirin. Tê zanîn ku beriya niha pir ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatibû wêrankirin.

Niha jî şaredariyê dest bi xebatên sala nû anku 2020`an kiriye û gelek planên xizmeta şêniyên navçeyê û gundewarên wê diyar kirine.

Hevserokê şaredariyê Mihemed Salih Salih got projeya sala 2019`an zîftkirina rêyan bû anku bi dirêjahiya 6 km bû û li ser taxên bajêr hatibû belavkirin. Salih bal kişand ser ku îsal şaredariyê yekser dest bi kar û xebata xwe kiriye, ne wekî sala derbasbûyî. Li gel vê yekê gelek proje plan kirine, ji wan projeyên wekî ronîkirina kolanan û çêkirina peyarêyan û zîftkirina rêyan.

Salih bal kişand ser girîngtirîn projeya îsal ku ew jî kişandina avê ji bajarokê Sûrê re ye da ku ava vexwarinê bide navçe û gundewarên Şedadê.

Tê zanîn ku di sala derbasbûyî de kêmasiya alavan a Şaredariya Gel a Şedadê hebû.

(eh)

ANHA


Mijarên Din