Şaredariya Gel a Şedadê stasyona avê restore dike

Şaredariya Gel a Şedadê ji Komîteya Şaredarî û Jîngehê ya Kantona Hesekê destek xwest da ku stasyona paqijkirina avê ya navçeyê sererast bike. Stasyon dê ji sedî 80 pêdiviyên şêniyan peyda bike.  

Stasyona avê ya Şedadê nêzî 2 hezar bermîl avê di rojekê de derdixe. Av li navçe û gundên wan dihat belavkirin bêyî ku hewcedarî bi ava stasyona Elokê hebe. Şaredariyê bi sarincên ku peyman pê re îmzekirin, av li şêniyan belav dikir.

Ev stasyon ji mezintirîn stasyonên li başûrê Hesekê ye, ji sedî 80 pêdiviya şêniyên herêmê peyda dike. 

Cîgirê Hevserokatiya Şaredariya Gel a Şedadê Husam Tean got wan stasyon hinekî sererast kir û xebat berdewam e da ku pirsgirêkên dîtir jî çareser bikin.

Tean destnîşan kir ku eger çareserkirina stasyonê bi dawî bibe dê rojê nêzî 2 hezar bermîl bide. Yanî wê pêdiviya rêjeyeke mezin ji şêniyên herêmê peyda bike û aloziya avê jî wê bi dawî bibe. Bi taybet jî ji ber ku ava stasyona Elokê gelek caran li ser Hesekê hat qutkirin.

Şaredarî piştî çareserkirina hin pirsgirêkên biçûk  ên stasyonê li gorî derfetên heyî, avê ji şêniyan re peyda dike. Lê pirsgirêk ji derfetên şaredariyê zêdetir e.

Tean bang li Komîteya Şaredarî û Jîngehê ya Hesekê kir ku çaresariyekê ji vê pirsgirêkê re bibîne  û bi awayekî lezgîn piştgiriya pêwîst ji bo sererastkirina stasyonê bişîne.  

Hêjayî bibîrxistinê ye ku derketina stasyona paqijkirina avê ji xizmetê aloziyeke mezin a peydakirina ava vexwarinê çêkiriye. Ji ber ku xwediyên sarincan neçar dimînin ku avê ji bîrên gundên Hesekê bikişînin, ku lêçûna wê jî li ser şêniyan pir buha ye.  

(rm)

ANHA


Mijarên Din