Şaredariya Gel a taxa Eşrefiyê dest bi hemleya rakirina çop kavilan kir

Şaredariya Gel a taxa Eşrefiyê ya Helebê dest bi rakirina çop û kavilên avahiyên ku di encama êrişên çeteyan di salên borî de xirab bûne, ji kolanên taxê kir.

Bi bersivdana giliyên şêniyên taxa Eşfrefiyê ya bajarê Helebê, Şaredariya Gel a taxa Eşrefyê dest bi hemleya paqijkirin û rakirina kavilên avahiyên ku di encama êrişên komên çete yên li dijî taxê xirab bûne de, kir.

Di encama serweriya çeteyên artêşa Tirk a dagirker de û topbaranên du alî di navbera wan û hêzên rejîma Sûriyê heta beriya rizgarkirina wê sala 2016’an de, gelek avahiyên taxa Eşrefiyê wêran bûn.

Piştî vegera bi hezaran şêniyên taxê ya malên xwe, ji ber wêrankirina mezin nikarîn di malên xwe de rûniştana.

Di van demên dawîn de şêniyên taxê giliyên der barê çop û kavilên avahiyan de rakirin Şaredariya Gel a taxa Eşrefiyê.

Şaredariya Gel ji bo bersivdana giliyên şêniyan, dest bi hemleya paqijkirina mal, avahî û kavilan kir.

Di hemleyê de 21 karker dixebitin, her wiha gelek alav mîna treks, bok û du qelab li ser du koman beşdar in.

Girêdayî mijarê, şêniyê bi navê Mihemed Reşo ji taxê ye, spasiya Şaredariya Gel der barê keda wan a paqijkirina avahiyan û bersivdana lez a giliyan, kir.

Ji aliyê xwe ve jî, hevserokê Şaredariya Gel a taxa Eşrefiyê Mezlûm Mihemed îşaret pê kir ku hedef ji vê hemleyê, parastina jiyana şêniyan û sînordarkirina hilweşandina avahiyên ku zerar dîtine.

(fr)

ANHA


Mijarên Din