Şaredariya Gel a Tirbespiyê xebatên xwe didomîne

Şaredariya Gel a Tirbespiyê di nava amadekariyên zivistanê de xebatên xwe didomîne. Li aliyekî din şêniyên taxa Cimaya ya Qamişloyê ji ber pirsgirêka xitimîna toreyên kanalîzasyonê bi gazinc in.

Şaredariya Gel a Tirbespiyê di nava amadekariyê zivistanê de, piştî ku projeyên restorekirinê û ziftkrina rêyan bi dawî kirin, hewl dide plansaziya xwe ji bo sererastkirina toreyên kanalîzasyonê û firehkirina hinek piran temam bike.

Zivistanan li navçeya Tirbespiyê ji ber ku baran bi giranî dibarî, lehî radibû û dibû sedema astengiya çûn û hatinê. Ji bo derbaskirina vê yekê Şaredariya Gel a Tirbespiyê rogarên nû çêkirin û yên berê jî paqij kirin.

Serokê Komîteya Xizmetguzariyê ya Şaredariya Gel a Tirbespiyê Bedirdîn Xelef destnîşan kir ku wan ji meha Îlonê ve dest bi projeyên xwe kiriye, heta niha ev xebat berdewam in û piraniya projeyan temam bûne.

Xelef da zanîn ku wan zêdetirî 200 rogar paqij kirine, 67 xetên toreya kanalîzasyonê sererast kirine û 77 rogarên nû ava kirine.

Komîteya Xizmetguzariyê hinek pirên navçeyê mîna pira Şîbaniyê, gundê Himare, pira gundê Lîlan û pira li başûrê navçeyê fireh kirin.

ŞÊNIYÊN TAXA CIMAYA YA QAMIŞLOYÊ BI GAZINC IN

Li taxa Cimaya ya Qamişloyê pirsgirêka xitimîna torên kanalîzasyonê çêbûye.

Leyla Xelef a ji şêniyên taxê destnîşan kir ku ew di warê xizmetguzarî de gelek zehmetiyan dikişînin, pirgirêka herî mezin xitimîna torên kanalîzasyonê ye.

Sena Weyso diyar kir ku ji zêdetirî 6 salan ve zehmetiyan ji vê pirsgirêkê dikişînin û şaredariyê heta niha ev pirsgirêk çareser nekiriye.

Eyşe El-Cewad jî got: “Ji ber kombûna ava qirêjî di kolanan de û belavbûna bêhna nexweş, êdî em nikarin ji malê derkevin. Em dixwazin aliyên têkildar vê pirsgirêkê çareser bikin.”

Şêniyê bi navê Silêman Isamîl jî bal kişand ser xetereya vê pirsgirêkê li ser tenduristiya şêniyan û wiha domand: “Xitimîna torên kanalîzasyonê û herikîna ava qirêjî di kolanan de, karesat e. Ji ber bêhna qirêjî êvaran êdî em nikarin pencere û deriyên malên xwe vekin.”

SEDEMÊN PIRSGIRÊKÊ Û RÊBAZÊN ÇARESERKIRINA WÊ

Li gorî endama rêveberiya Beşa Torên Kanalîzasyonê ya Şaredariya Gel a Qamişloyê Semîre Mihemed, ji ber ku binesaziya herêmê rizî ye û devrên rogaran li hinek kolanan vekirî ne ku di encamê de gemar li rêya wê kom dibe, ev pirsgirêk derket holê.

Her wiha Semîre diyar kir ku torên kanalîzasyonê yên xaneyên xwedîkirina sewalan bi torên kanalîzasyonê yên taxê ve girêdayî ne, ev dibe sedem ku gemara sewalan kom bibe û tor were xitimandin.

Semîre got rewşa torên kanalîzasyonê yên xaneyan dişopînin, heke pirsgirêk hebin jî çareser dikin û wiha domand: “Beriya demekê me çemê li hemberî xaneyan û 41 rogar paqij kirin. Heke giliyên şêniyan hebin em ê bi lez çareser dikin.”

Semîre di dawiyê de bang li şêniyan kir ku bi wan re hevkar bin da ku kolan û rogarên baranê paqij bimînin û heke pirsgirêkek di torên kanalîzasyonê de derket, yekser agahiyê bidin wan.

(şx)

ANHA


Mijarên Din