Şaredariya Gel li gundewarê Dêrazorê dest bi avakirina stasyona avê kir

Şaredariya Gel li herêma El-Layiz a rojhilatê Dêrazorê dest bi avakirina stasyona avê kir, ku dê avê bide 120 hezar kesî.

Şaredariya Gel li herêma El-Layiz a girêdayî bajarokê Geranîc ê rojhilatê Dêrazorê, dest bi pêkanîna projeyê kir.

Xebatên qonaxa yekem a avakirinê duh dest pê kirin û li gorî plansaziya şaredariyê wê proje di 10'ê sibatê de bi dawî bibe.

Bi avakirina stasyonê re wê av bigihêje nêzî 120 kesî û dê toreke sereke ji bo gihandina avê ji malan re bê dirêjkirin.

Ji aliyekî din ve, şaredarî xebatên jinûve amadekirina stasyonên avê yên li bajarokê Geranîc didomîne da ku av bighêje hemû xetên avê yên li herêmê.

Hêjayê gotinê ye ku Saziya Giştî ya Ava Vexwarinê ya Dêrazorê zêdeyî 35 stasyonê avê sererast kirin û av gihand hemû gundên Dêrazorê yên li ser çemê Firatê.

Her wiha şaredariyê di 4'ê Çileyê de dest bi avakirina stasyona avê li bajarokê Şeifa ya li rojhilatê Dêrazorê kir, ku avê digihîne 27 hezar kesî.

 (dm)

ANHA


Mijarên Din