Şaredariya Gel li Kobanê dest bi projeyên demsala havînê kirin

Şaredariya Gel a bajarê Kobanê projeyên xizmetguzariyê yên ji projeyên ziftkirina rêyên di navbera kanalîzasyonan û xetên ava vexwarinê yên li bajarê Kobanê û gundewarên destpê kir.

Di demsala zivistanê de, Şaredariya Gel a bajarê Kobanê xebatên xwe yên xizmetguzariyê rawestandinbû, niha jî dest bi projeyên xwe yên xizmetguzariyê yên ku ji bo demsala havînê danîne kir. 

Projeyên ku şaredariyê danîne ji proseyê sererastkirina rêyan, ziftkirin û sererastkirina çend rêyan ji wan, her wiha danîna kanalîzasyonan ji hejmarek ji taxan re û danîna torên avê pêk tê.

Niha jî şaredariyê dest bi xebata rakirin û sererastkirina çend rêyan dikin, anku amadekariyên ziftkirina rêyan bi madeya îsfeltê dikin, her wiha li  rojhilatê taxa Botan bi dirêjahiya 3000 m kanalîzasyonan danîn, tê zanîn ku şaredariyê heta niha 1000 m bi dawî kiriye.  

Tê zanîn ku demsala zivistana borî bi barana dijwar re, di encamê de rêyên herêmê rastî heraftinê hatin û vê yekê bandorek li tevgera çûyîn û hatinê kir, beramberî vê yekê jî şêniyan nerehetiya xwe nîşan dan.

Şaredariya Gel di vê çarçoveyê de di sala derbasbûyî de, rêjeya rêyên neziftkirî kêm kiribû, lê barînê barana ne di dema xwe de rê li pêşiya xebatê girt.

Di vê der barê de di demsala zivistana derbasbûyî de şaredariyê xebata sererastkirina kanalîzasyonan berdewam kir, her wiha pirsgirêkên kolandinê li rêyên ku baranê ziyan gihandina wan çareser kir, di gel ku projeya vekirina rê li pêşiya ava lehiyan, ku şaredariyê bi rûbera 6 km ji beriya çend mehan ve dest pê kiribû, li ser vî esasî ji kolana 24 ya li  bakurê taxa Botan û ber bi Qada Jina Azad her wiha heta Qada Şehîd Agîd ku li taxa Kaniya Kurdan bidawî dibe, proje didome.

Plana ziftkirina rêyan li Kobanê

Têkildarî mijarê Şaredariya Gel berî çend rojan ji plana ziftkirina rêya bi madeya îsfeltê li çend taxên bajêr kifiş kir, ku rûbera ji bo ziftkirinê hatiye pêşniyarkirin 212000m2 e.

Tê payîn ku şaredarî di rojên pêş de dest bi projeya ziftikirina rêyan bikin, niha jî xebata sererstkirina çend rêyan dike, da ku amadekariyên ziftkirinê bike.

Projeya ziftkirina rêyan li taxa Şehîd Fîras ji 31000m2 û li taxa şehîd Ebdo ji 27000m2 pêk tê, her wiha projeya rêya avê ji 17000m2 e.

Di gel ku rûbera ziftkirinê li taxa şehîd Xebat 33000m2 e û li taxa şehîd Moro 8000m2 e, her wiha li taxa şehîd Peyman jî 62000m2 e.  

Di heman demê de şaredariyê amadekariyên ziftkirina kolana 24 bi rûbera 6000m2 û taxa şehîd Serhed jî bi rûbera 11000m2 û li rojhilatê taxa Botan Şeriqî 35000m2 dike. 

Paşê dê dest bi ziftkirina rêya taxa Botan Xerbî bi rûbera 23000m2, her wiha deverên cur bi cur ji navçeyên bajêr ku dê bi rûbera 9000m2 be bike.

Têkildarî mijarê şaredarî wiha got, der barê sererastkirina rêyan de rûbera ku me daye pêşiya çavên xwe 2000m2 e.

Lê der barê gundewarên bajarê Kobanê şaredariyên taxan û bajarokan bi hevkariya komîte û desteya şaredariyên li herêmê bi projeyên mezin radibin.

Niha jî rêya gundê Meşko-Zor Mexar bi rûbera nêzî 7km, rêya Kobanê-Derbazîn-Ceb El-Ferec bi rûbera nêzî 20km tê ziftkirin.

Her wiha rêya Kobanê-El-Qenayê(Xeta Mînas)bi rûbera 7km, ku ew jî rûbera di navbera her du gundên Sîtêh û Dadilî ye tê sererastkirin.

Gelek astengî û derfetên kêm!

Têkildarî mijarê hevseroka Şaredariya Gel a bajarê Kobanê Rewşen Abdî got, ew projeyên vê havînê pêk bînin.

Der barê ziftkirina rêyan Rewşen Abdî wiha anî ziman: "Bajar bi piranî pêwîstiya kolanên wê bi ziftkirina bi madeya îsfeltê heye".

Di vê çarçoveyê de hevseroka şaredariyê tekez kir ku ew bi hemû derfetên xwe hewl didin kar bikin, lê ew jî li gorî derfetên di destê wan de.

Di vê çarçoveyê de ji bo pêkanîna projeyên xizmetguzariyê ku şêniyên bajêr daxwaz dikin, şaredarî zehmetiyê di hejmarê alavan de dikişînin, lewma li gorî alavên di projeyên xizmetguzariyê yên di hundir û dervî bajêr, xebat destpêkê li ser rêyên ku divê zû werin çêkirin, wê were kirin.

  Li ser vî esasî  ji ber kêmbûna  hejamra alavan hege pêwîstiya rê bi zifkirinê hebe, şaredarî  heta rêya yekem bi dawî neke dê nikaribe dest bi ziftkirina rêya duyem bike.

(eh)

ANHA


Mijarên Din