Şaredariya Gel li Kobanê dest bi zîftkirina rêyan kir

Şaredariya Gel a Kobanê dest bi zîftkirina rêyên ku li navenda kantonê, bejahî û gundên derdorê yên girêdayî bajêr xerabûne, kir. Şaredariyê dest bi zîftkirina 18 km ji rêya Cerablûsê kir.

Şaredariya Gel a Kobanê destpêka mehê plansaziya xwe ya demsala havînê û payîzê ji vê salê re danî, di nava vê plansaziyê de zîftkirina hemû rêyên kantonê heye.

Di van rojan de xebata sererastkirina rêya Cerablûsê ku dikeve rojavayê bajarê Kobanê, ji ber ku rêyeke sereke ye û bajêr bi dehan gundan ve girê dide, tê kirin.

Têkildarî mijarê berpirsê xebata ziftkirin û sererastkirina rêyan Hisên Şahîn got  xebata wan li ser qonaxan sereke û amadekirina rêyên ku xerabûna ji ziftê re tê birêvebirin.

Di qonaxa yekem de çalên ku li rêyên tên dagirtin, paşê qonaxa reşandina madeya ziftê ku bi qalindbûna 4 sm û di dawî de jî qonaxa zêdekirina qalindbûna madeya zîftê ku digihîje 8sm tê.

Tê payîn ku xebata ziftkirinê heta dawiya werza payîzê bidome, her wiha dê hemû rêyên ku xerabûne li gorî plansaziya ku Şaredariya Gel danîne werin sererastkirin.

(eh)

ANHA

 


Mijarên Din