Şaredariya Gel pêvajoya duyemîn a projeya rêyan pêk anî

Şaredariya Gel a Dêrikê dest bi pêvajoya duyemîn a projeya sererastkirin û zîftkirina rêyên bajarê Dêrikê kir.

Şaredariya Gel a Dêrikê dest bi pêkanîna planên xwe yên xizmetguzariyê yên sala 2019’an kir. Şaredariyê kolanên ku ji ber lehehiyan xirab bûn, sererast kirin û zîft kirin.

Kêmbûna alavan sedema sereke di derengmayina projeya çêkirina zîftê de ye. Berpirsên Şaredariya Gel a Dêrikê diyar dikin ku sedema derengmayîna xebatê ji ber kêmbûna alavan e, ji ber gelek alav ji navçeya Girkê Legê û Çilaxa re nehatin şandin.

Der barê mekanîzmaya kar û xebata ku Şaredariya Gel pêk anîn, berpirsê beşa pîşeyî di Şaredariya Gel a Dêrikê de Hesen Mihemed got pêvajoya duyemîn ji projeya çêkirina zîftê li Dêrikê di pêvajoya dawî de ye, kar bi zîftkirina kolanên taxa rojava bi dirêjiya kîlometreyek û bi berfirehiya deh metre bi qalindiya 7 cm pêk hat, paşê taxa Zorava bi dirêjiya hezar û 200 metre û firehiya 12 metre, her wiha kolanên taxa El-Tecnîd û Seknê hatin zîftkirin.

Di pêvajoya duyemîn de sererastkirina pira "Wanik" ku bû sedema gelek qezeyan û zîftkirina wê ye, her wiha zîftkirina têketina bajarê Dêrikê bi dirêjiya hezar metre û firehiya 20 metre, her wiha zîftkirin li kolana nexweşxaneyê bi dirêjiya 100 metre û firehiya 10 metre.

Li gorî berpirsan ku projeya çêkirina zîftê ku di projeyên şaredariyê de dê heta dawîkirina zîftkirina hemû kolanên bajêr û ketina Eyn Dîwar, gundê Zihêriyê û Girê Gira pêk were, ji dervayî wê dê çêkirina zîftê hemû kolanên zirar bûne û sûkan bikin.

Sererastkirin û zîftkirina kolanên gund û bajarokan beriya zivistanê

Her wiha di projeyê de sererastkirina rêyên gund û navçe û bajarokan û taybet rêyên sereke di navbera Girkendal û Girê Şîra bê kirin, her wiha rêyên sereke li Xana Serî.

Berpirsê beşa Pêşeyî di Şaredariya Gel a Dêrikê Hesen Mihemed teqez kir ku şirketa Cûdî ya avakirina rêyan û aliyên peywendîdar di kantonê de hemû rê û rêbazên ji bo peydakirina alav, made û hemû pêwîstiyên dawîkirina ji çêkirina zîftê di demeke diyar de pêşkêş kir.

Şaredariya Gel a Dêrikê di pêvajoya yekemîn a projeyê de, hemû pir û rêyên li gundan ku ji ber lehiyan zirar dîtin, sererast kirin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din