Şaredariya Gel rêya Pira Kevn a Reqayê zîft kir

Şaredariya Gel a Reqayê ji zîftkirina rêyên li jora Pira Kevn a Reqayê ku berî 2 mehan hate sererastkirin, dest bi xebata xizmetguzariyê kir.

Şaredariya Gel a Reqayê rêyên sereke sererast dike, bermahiyên çopê radike cihê ku jê re hatiye veqetandin û pêngavên paqijiyê li navçeyên Reqayê bi rê ve dibe.

Di vê çarçoveyê de şaredariyê berî cejna Remezanê, li ser banga gel a zîftkirina rêyên ku di dema şerê ku li bajêr rû daye de, rastî xerabkirinê hatine, dest bi zîftkirina navbera dagerandina Cezra û pira nû bi dirêjahiya hezar û 500 metreyî kir.

Piştî zîftkirina rêya di navbera dagerandina Cezra û pira nû de bi dawî kir, dest bi pêngava duyem kir ku ew jî zîftina rêyên her pênc pirên ku di demên dawîn de hatin sererastkirin, li ser vî esasî dest bi zîftkirina rêyên piran kir ku ji bendava Mensûra ya bi dirêjahiya 630 metre ye. Navên pirên ku berê hatine sererastkirin wiha ne; Pira Kevn, pira Reqayê ya El-Semrayê, pira Îsbahiyê, pira El-Rûmaniyê û pira Sewaa.

Berpirsê projeya zîftkirina rêyan Îsa El-Asaf ji ANHA’yê re got:"Me di 7`ê meha Hezîranê roja înê de dest bi zîftkirina pira El-Mensûra (Pira Kevn) kir ku dirêjaiyê wê digihêje 630 metreyan."

Îsa El-Asaf di dewama axaftina xwe de wiha anî ziman:"Diviyabû projeya zîftkirina rêyên piran di rojekê de bi dawî bibûya, lê ji ber tevgera çûn û hatinê me nikaribû xebata xwe bi lez bi dawî bikira."

Îsa El-Asaf di dawiya axaftina xwe de got: "Proseya zîftkirinê dê tenê bi awayê zîftkirina rêyan û çakkirina çalên heyî be, ev jî bi qalindbûna ji 6 heta 7 santîman be."

Hêjayî bibîrxistinê ku pira Reqayê ya kevn damara sereke ya şêniyên Reqayê û ji aliyê başûr ve rêya çûna nava bajêr e.

Di heman demê de proseya zîftkirinê di çarçoveya projeyên xizmetguzariyê yên ku ji aliyê şaredariyê ve hatiye destpêkirin, ev jî bi armanca sererastkirina rewşa xizmetguzariyê ya heyî ye.

(eh)

ANHA


Mijarên Din