​​​​​​​Şaredariya Gel soza çareserkirina pirgirêka toreyên kanalîzasyonê da

Şarederiya Gel a navçeya Şedadê ji bo ku pirsgirêka toreya kanalîzasyonê çareser bike, hewl dide li gorî derfetên xwe projeyek ji bo dirêjkirina toreyekê bi 4 km pêk bîne.

Şêniyên navçeya Şedadê ji ber çêbûna golên avê yên genî li gelek taxên navçeyê bi gilî û gazinc in. Ji ber ku toreyên kanalîzasyonê yên navçeyê kevin bûne û rizî ne ava jê diherike û dibe sedam çêbûna wan golan.

Lê tenê ji ber wan pirsgirêkan av ji toreyê diherike, lê belê ji ber xebatên avakirinê li navçeyê û şênî çopê navêjin cihên wê yên diyar, pirsgirêk derketiye.

Şêniyê bi navê Mihemed Mele Elî nerazîbûna xwe ji ber vê pirsgirêkê anî ziman û got: "Bihna nexweş û genî ji van golan tên. Gelek caran li cem Şaredariya Gel gilî kirine. Lê şaredariyê nelivî. Divê aliyên têkildar mudexele bikin û pirsgirêkê çareser bikin."

Şêniyê bi navê Hemîd El-Xeşûf destnîşan kir ku ev gol dibin jêdera kelemêşan ên ku nexweşiyên mîna Laşmaniye bi zarokan re çêdikin.

Mehmûd El-Elî jî diyar kir ku şêniyên taxên zirar dîtine, dê desteka kadroyên şarederiyê û karkerên toreyên kanalîzasyonê bikin da ku ji vê pirsgirêkê xilas bibin.

Endamê Şaredariya Gel Elaa El-Umer girêdayî giliyên şêniyan got: "Ji ber qedexeya derketina derve me pirsgirêk çareser nekir. Ji ber vê qedexeyê tevahiya projeyên şaredariyê yên îsal rawestîne."

El-Umer destnîşan kir ku şaredariyê tevahiya giliyên şêniyan pêşwazî kirin û hewl dide li gorî derfetan çareser bike.

Şaredariya Gel di sala par de gelek projeyên xizmetguzarî meşandin û tenê toreyên kanalîzasyonê çareser nekirin. Dê di plana îsal de pêk bîne.

(şx)

ANHA


Mijarên Din