Şaredariya Gel soza rakirina bermahiyên kargehan da

Gerînendetiya Avê ya Qamişloyê ji ber pirsgirêka avêtina bermahiyên kargehan li nêzî jêderên ava vexwarinê, gazincan dike. Şaredariya Gel jî piştrast kir ku ew ê bermahiyên kargehan di destpêka hefteya pêş de rakin.

Li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo 51 jêderên ava vexwarinê hene. Ev jêder çavkaniyên sereke yên ava vexwarinê li bajarê Qamişlo ne û ji sedî nêzî 75`an ji pêwîstiya şêniyên bajêr peyda dikin. Her wiha li derdora wan jêderan miqdarên mezin ji çopê û bermahiyên kargehan heye.

Gerînendetiya Avê ya Kantona Qamişloyê diyar kir ku bermahiyên kargehan û çopa ku şênî li nêzî jêderên avê diavêjin, di demên pêş de xetereyeke mezin dê çêke.

Ji rêveberên Gerînendetiya Avê ya Kantona Qamişloyê Xorşîd Oso di vê der barê de wiha got: "Bermehiyên ku xwediyên kargehan nêzî çêderên avê yên li taxa Hilêliyê diavêjin di demên pêş de dê xeteriyê li ser ava vexwarinê çêbike. Ji ber dê ew bermahî dakevin nava erdê û ji ber wê jî dê av qirêj bibe  û nema tê vexwarin."

Xorşîd Oso destnîşan kir ku hewldanên çareserkirina vê pirsgirêkê bi hevkariya şaredariya gel a bajarê Qamişlo û ev tişt anî ziman: "Em peyamek ji aliyê pêwendîdar re şan û wan soz da ku ewê çareseriya vê pirsgirêkê bibînin."

Hevseroka Şaredariya Gel a Qamişloyê Zozan Îbrahîm got rakirina bermahiyên kargehan ku li nêzî çêdirên avê têne avêtin, di nava projeya xebatên şaredariyê de ye û tê payîn ku di hefteya li pêş de were destpêkirin.

Zozan Îbrahîm diyar kir ku sedema derengmyîna rakirina çopê ji ber hindek projeyên paqijiyê li bajar hebûn û ji wan projeya Nav Kurê, paqijkirina çemê Ceqceqê her wiha hemleya dezenfektekirinê ji bo pêşîlêgirtina Koronavîrusê.

Xorşîd Oso û Zozan Îbrahîm bang li xwediyên kargehan û şêniyan kir ku çopê û bermahiyên kargehan neavêjin, ji ber bandorê li ava vexwarinê û ekolojiyê dikin.

bx

ANHA


Mijarên Din