Şaredariya Gel toreyên kanalîzsyonan li sûka navendî sererast dike

Ji bo bersivdayîna pêkanîna gazinên şêniyan û xwediyên dikanên bazirganiyê li sûka navendî ya Tebqayê, Şaredariya Gel dest bi avakirina lûleyên mezin da ku ava baranê tê re biherike kir û yên kevn jî sererast dike. Her wiha toreyên kanalîzsyonê jî li sûka navendî sererast dike

Binesazî û şebekeyên avê û kanalîzsyon ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê hatin rûxandin, Şaredariya Gel a Tebqayê beşek mezin jê li hemû bajêr de di çarçoveya projeyên ku sala çûyî de, sererast kir. Şaredariyê beriya niha bi du mehan ev proje bidawî kir.

Projeya nû bi dirêjiya 400 m ji eslê 3 km, dê aliyên ji kolana sereke li sûkê ku di zivistanê de û taybet ketinên kolanên mezin li navenda sûkan de lehî radibe û kolana mezin a ber bi aliyê başûr ê ketina sûka zebzeyan,  werin sererast kirin.

Niha werşe di kolandina rêyan de dixebite û rêyên kevn sererast dike û wê bi şebekeyên mezin ên nû têde bicih bike. Her wiha rêgarên baranê jî paqij kir û yên xerabûn jî sererast kirin. 

Berpirsê projeya kanalîzsyonê di Şaredariya Tebqayê de Ehmed El-Mehemed teqez kir ku dê proje di hefteya bê de bidawî bibe û dê hemû rêgarên li bajêr paqij bikin û yên nû ji bo misogeriya ku lehî li kolanan di demsala zivistana bê de ranebe, ava bikin.

Hêjayî bibîr xistinê ye ku Şaredariya Gel a Tebqayê ji projeya berê ku toreyên kanalîzsyonê li bajarê Teqayê bi dirêjiya 5 hezar û 200 metre û projeya 400 metre di sûkê de guhert, ew yek li ser daxwaza şênî û xwediyên dikanên bazirganiyê bû.

(ekîb)

ANHA


Mijarên Din