Şaredariya Girê Spî pirsgirêkên taxa El-Lêl çareser dike

Şaredariya Gel a Girê Spî ji bo çareserkirina pirsgirêkên taxa El-Lêl dest bi gelek projeyan kiriye.

Di dirêjahiya salên derbasbûyî de şêniyên taxa El-Lêl ku dikeve aliyê rojavayê bajarê Girê Spî, ji nebaşiya rêyan bi taybet di zivistanê de bi gilî û gazinc bûn.

Li ser bangewaziya şêniyên taxê, Şaredariya Gel soz dabû ku dê pirsgirêkên wan çareser bike.

Li ser wê Şaredariya Gel a Kantona Girê Spî beriya çend rojan dest bi gelek projeyan li taxa El-Lêl kir.

Şaredarî niha hewl dide rêyan, toreyên avê û kanalîzasyonê li taxê bi temamî restore û sererast bike. Şaredariyê xebatên sererastkirina toreyên kanalîzasyonê bi dawî kirine. Niha jî xebatên sererastkirina toreyên ava vexwarinê dimeşîne. Şaredarî xetên ku telef bûne, bi yên nû diguherîne. Her wiha şaredariyê têlên kehrebeyê yên ku di havînê de sist bûne, dişidîne û têlên ku zirar dîtine, diguhere.

Girêdayî mijarê hevserokê Şaredariya Gel a Girê spî Ebdulrezaq El-Xemîs dibêje ew niha xebatên sererastkirina rêyan dimeşînin da û dê piştre qîr bikin.

Şaredarî ji xebatên qîrkirina tevahiya rêyan armanc dike ku pirsgirêkên şêniyên taxê ji ber nebaşiya rêyan ji dema ku hatiye avakirin ve, çareser bike.

El-Xemîs tekez kir ku şaredarî xebatên sererastkirina toreyên kanalîzasyonê bi temamî bi dawî kirine û dê hewl bide projeyên din di rojên pêşiya me de bêyî ku rojekê diyar bike, bi dawî bike.

(şx)

ANHA


Mijarên Din