Şaredariya Girê Spî tora avê ya taxa Ebû Kiraya bi dawî kir

Şaredariya Gel a kantona Girê Spî tora avê ya taxa Ebû Kiraya ku dê ava vexwarinê ji tevahî şêniyan re dabîn bike, bi dawî kir.

Şaredariya Gel a Kantona Girê Spî projeya tora ava vexwarinê ya taxa Ebû Kiraya li rojhilatê bajarê Girê Spî piştî xebata sererastkirinê ku 15 rojan dom kiriye, bi dawî kir.

Şêniyên taxê azara tunebûna tora ava vexwarinê dikişand. Her wiha şêniyan av ji bîran û ji taxên dîtir dabîn dikir.

Ji ber wê şêniyan daxwazên xwe yên pêwîstiya çêkirina tora avê ya taxê ji Şaredariya Gel re rakirin. Şaredariyê jî beriya 2 hefteyan dest bi projeyê kir û îro bi dawî kir.

Bi bidawîkirina projeyê re, av gihaşt şêniyên taxê. Her wiha tenê yê li pêş şaredariyê maye ew e ku cihê ji bo tora avê hatiye kolandin, bê nixumandin da ku xebata projeyê bi temamî bê bidawîkirin.

Hevseroka Daîreya Avê ya Şaredariya Gel Reşa Mihemed destnîşan kir ku tax ji destpêka damezirandinê ve êşa qutbûna avê dikişîne. Lê ji ber pêdiviya şêniyan û gilîkirinên wan, projeyek dan destpêkirin bi dirêjahiya 350 metreyan, xebata wê bi gihandina avê ji şêniyan re bi dawî bû.

(fr)

ANHA


Mijarên Din