Şaredariya Greene ya Fransayê peyman bi Şaredariya Dirbêsiyê re îmze kir

Şaredariya Greene ya girêdayî Parîsê ya Fransayê peymana hevkariyê bi şaredariya navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê re îmze kir.

Piştî serdanên ku şandeyên Fransayê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re kirin, îro Şaredariya Greene ya girêdayî Parîsê ya Fransayê peymana hevkariyê bi Şaredariya Gel a Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ya Bakurê Sûriyê re îmze kir.

Peyman bi beşdarbûna cîgirê serokatiya Şaredariya Greene Pascal Troyadek, endamê Koordînasyona Rojava ya Parîsê Baqir Kirdo, nûnerên Rêveberiya Xweser a Fransayê Xalid Îsa, hevserokên Şaredariya Gel a Dirbêsiyê û endmên şaredariyê, li avahiya Şaredariya Dirbêsiyê hat îmzekirin.

Li gorî peymanê, dê Şaredariya Greene tevahî cureyên piştevanî û alîkariyan pêşkêşî Şaredariya Gel a Dirbêsiyê bike.

(fr)

ANHA


Mijarên Din